TUÎK çima xizaniya li Amedê nabîne?

 

TUÎK çima xizaniya li Amedê nabîne?

 

 

 

 

 

Serokê Giştî yê Komelaya Têkoşîna bi Xizaniyê re û Pêşketina Pêkan a SARMAŞIK’ê Selçûk Mizrakli, bertek nîşanê daxuyaniya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) a wekî “Li Tirkiyeyê tu kesên ku rojê tênê yek dolar qezenc dikin tune ye” da û got, “Malbatên ku rojê bi hatiniya dibin dolarekî de jiyana xwe didomînin li Enqereyê nayê hesabkirin! Ma xizanên Amedê, ji xizanan nayên hesibandin? Çima TUÎK Amedê nabîne?

 


09/01/2011

 

 

 

 

Serokê Giştî yê Komelaya Têkoşîna bi Xizaniyê re û Pêşketina Pêkan a SARMAŞIK’ê Selçûk Mizrakli, bertek nîşanê daxuyaniya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) a wekî “Li Tirkiyeyê tu kesên ku rojê tênê yek dolar qezenc dikin tune ye” da û got, “Malbatên ku rojê bi hatiniya dibin dolarekî de jiyana xwe didomînin li Enqereyê nayê hesabkirin! Ma xizanên Amedê, ji xizanan nayên hesibandin? Çima TUÎK Amedê nabîne?
Komelaya SARMAKŞIK’ê bertak nîşanê daxuyaniya rayedarên hikûmetê ya wekî “Li Tirkiyeyê tu kesên ku rojê tênê yek dolar qezenc dikin tune ye” da. Serokê Giştî yê SARMAŞIK’ê Selçuk Mizrakli, têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha pêde çû: “Eger piçek ji Nîşantaşiya Stenbolê, Karşiyakaya Îzmîrê û Çankaya Enqereyê dûr biçin dê rastiyan bibînin. Rastiya Amedê gelek cudaye. Li Amedê li gorî “Nexşeya Xizaniyê ya Bajar” bi 5 hezar û 706 malbatan re hevdîtin pêkanîn. Li gorî van hevdîtinan: Ji sedî 72′ malbat di salên 1990-1999’an de koçberî Amedê bûne. Ji sedî 5,4’ê malbatên ji 5 hezar û 706 malbatan beyî tu hatiniyeke safî jiyana xwe didomînin. Ji sedî 1,1,  bi 1-50 TL, ji sedî 16.1, bi 51-150 TL, ji sedî 14.1, bi 151-250 TL, ji sedî 24.9, bi 251-350, ji sedî 22 jî bi 351-500 TL hatiniyê jiyana xwe didomînin.
Di daxuyaniya Sarmaşikê de hate diyarkirin ku dema mirov li daneyên hatina li gorî tax û malan dinere, tê dîtin ku serê malê 5,8 kes dikevin. Di daxuyaniyê de hate zanîn ku li taxa Fatihpaşa ji bo her kesekî hatina mehane 47 lîra, li Peyasê 58, li Korhatê 96 lîra dikeve. Di berdewama dawuyaniyê de wiha hate gotin: “Ger ku lêkolînek rast li Amedê bê kirin dê rastiya xizanî û birçîbûna li Amedê derkeve holê. Mixabin li gelek malên Amedê mirov ji tunebûnê birçî radizên. Nêzî 4500-5000 malbat nikarin debara xwe bikin û hatina wan tune ye. Ev malbata rewşa wan pir xerabin û li benda alîkariyê ne.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 25 hezar malbatan bi gotina ‘Em birçîne” serî li Banga Erzaq daye û wiha hate gotin: “Her çend TUÎK daneyan bide jî rewşa herêmê û Amedê li ber çavan nagire. Divê rast lêkolînê bike û rewşa xizaniya welatiyan li ber çavan bigire. Ji 25 hezar malbatan 2 hezar û 300 malbat nikarin tebara xwe bikin û qet hatina wan tune. Ji ber vê yekê gelek caran birçî radizên. Dema mirov ê yekê li gori kesan binirxîne, 11 hezar û 933 kes mohtacê erzaq in. Ev malbatên ku li Amedê ku pêdiviya wan bi erzaq heye, daneyên TUÎK’ê derew derdixe.”
Sarmaşikê anî ziman ku her çend siyasetmedar bêjin li Tirkiyeyê kesên hatina wan di bin dolarekê re heye nemane jî ev gotin ne rast e. Sarmaşikê bang li rayedaran kir û xwestin ku vê rastiyê li Amedê bi çavên xwe bibînin. AMED

 


427 

 

Li Stenbolê beraet li Amedê muebet!

 Li Stenbolê beraet li Amedê muebet!

 

  

 

  

 

 Endamê Komîsyona Hilbijartina DTP’a hate girtin Ramazan Morkoç ku li ser navê doza KCK’ê tê darizandin, ji doza ‘Endamê rêxistinê ye” li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate darizandin

 

 
22/01/2011

 

 

 

 

Endamê Komîsyona Hilbijartina DTP’a hate girtin Ramazan Morkoç ku li ser navê doza KCK’ê tê darizandin, ji doza ‘Endamê rêxistinê ye” li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate darizandin. Heyeta dadgehê diyar kir ku Morkoç ne endamê rêxistinê ye û beraat kir. Ligel ku 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê biryara beraatê da jî dîsa Morkoç li Amedê girtî ye.
Endamê Komîsyona Hilbijartina DTP’a hate girtin Ramazan Morkoç, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” dihat darizandin. Di dosyayê de vegotinên Recep Sade, hevdîtinên telefonan, daketin û derketine derveyî welat wekî delîl hatiye nîşandan. Dema ku doza li Stenbolê hate dîtin 14”ê avrêla 2009’an li hemberî siyasetmaderên kurd li ser navê “KCK” operasyona binçavkirinê hate kirin. Morkoç, di çerçoveya operasyonê de hate girtin û li gorî benda 302’an a “Sûcên li dijî yekitiya dewletê “û bi heman sûcdarî û delîlan li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hate vekirin. Morkoç, bi heman hincetê li her du dadgehan wekî “mukerrer” hate darizandin, doza wî ya li 13’emîn Cezayê Giran a Stenbolê bi encam bû. Morkoç, ji doza li Stenbolê hate dîtin beraat kir. Lê doza wî ya Amedê ku bi heman hincetê tê darizandin, didome.
Balkêşe ku doza bi heman hincetan hatiye vekirin, li her du dadgehan pêkanîn cûda tên kirin. Li Stenbolê bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” doz hatibû vekirin bi heman hincetan bi îdiaya “Bi rêvekirinê endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Doza ku li Stenbolê hatibû vekirin der barê Morkoç de 15 salin cezayê girtîgehê tê xwestin, ya li Amedê jî der barê Morkoç de muebeta giran tê xwestin. Dadgeha Stenbolê biryara berdana Morkoç da lê ya Amedê ev 2 sale Morkoç darizîne. 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi hinceta “ji bo sûcê delîl têrî nake” û biryara beraatê da. Lê ya Amedê ji bo girtina wê delîl têrî dît. AMED