Pirtûka dema tarîtiyê ‘Jiyana bi mirinê re’

Pirtûka dema tarîtiyê ‘Jiyana bi mirinê re’
 
 
Ji ber ku di wan salan de hêzeke rêxistinkirî nebû zîhniyeta înkarger jî hepsên xwe li gorî dilê xwe bezand. ‘Jiyana bi mirinê re’ salên 1990’î û mamosteyên rastî pêkutiyên dewletê hatine vedibêje

11/04/2011
 

Yek ji nivîskarên pirtûka ‘Jiyana bi mirinê re’ ku jiyana mamosteyên ku di salên 1990’î da rastî pêkutiyan hatine Haydar Kiliçoglu diyar kir ku tevgera kedê ku di salên 1990’î de bû hêzeke rêxistinkirî ji ber vê yekê bi kuştinên kiryar nediyar, binçavkirin û girtinan ve hate xwestin ku bê bêdengkirin.
Kiliçoglu got ku li gel vê jî di saya wan hevalên wan yên ku bi rûyên xwe yên ken li asîmanan li wan dinêrin têkoşîna sendîkayê hê jî didome.
Serokê Egîtîm Sen’a Amedê yê berê Haydar Kiliçoglu, Nîgar Ademyilmaz û Şukran Yeşîl jiyana mamosteyên ku di salên 1990’î de di binçavan, girtîgehan û li kolanan de hatine qetilkirin di pirtûka ‘Jiyana bi mirinê re’ de kom kirin.
Di pirtûkê de der barê têkoşîna Egîtîm Senê ya ku rastî pêkutiyên dewletê ya sîstematîk hatiye û kesên ku jiyana xwe ji dest dane de agahî tê dayîn û demeke tarîtî tê ronîkirin.
Der barê têkoşîna sendîkayan de haydar Kiliçoglu agahî da û got ku bi taybetî di navbera salên 1990-2000’î de kuştinên kiryar nediyar gelek qewimîne û lê bi esasî jî ev kuştinên ku kiryarên wan diyar bûn û wiha berdewam kir: “Êrîşên li dijî kedkaran li ser me bandoreke mezin kir. Li hemberî rojnamgeran, karkeran û li hemberê hemû beşên civakî êrîş hebûn. Wê demê ji ber ku hevalên me ji sekna xwe tawîz nedan hatin qetilkirin. Me fikra xwe ya ku çîroka wan hevalan bê nivîsan din bi Egîtîm Sena Amedê re parve kir. Hevalên me jî piştgirî dan me.”
Kiliçoglu da zanîn ku wan  bi malabtên hevalên xwe re axivî ne dîtine ku tenê bûyereke kuştinê nîn e, gelek kuştin û mirin jiyana ji ber vê yekê jî navê pirtûkê kirine ‘Jiyana bi mirinê re.’
HEDEFÊN DEWLETÊ
Kiliçoglu der barê zor û zehmetiyên têkoşîna sendîkayan a di salên 1990’an de jî agahî da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min di 1991’an de li Egîtîm Sen’a Amedê dest bi xebata rêveberiyê kir. Bi pêşketina têkoşîna tevgera kurd a siyasî sendîkavan, rojnamger û rewşenbîr bûn hedef. Bi taybetî jî piştî ku Vedat Aydin hate qetilkirin kuştinên kiryar nediyar zêde bûn.
Li Amed, Êlih û Farqînê ev kuştin zêde bûn. Me têkoşîna sendîkayê di bin siya mirinê de dimeşand. Mînak dayîka hevalekî me beriya ku em derkevin kolanê ew derdiket û derûdorê mêze dikir piştre em derdiketin. Wê demê ewil hevalê me Aymet Bayhan hate qetilkirin.
Piştre agahiyên qatilkirina havalên me êdî dihat dibistanan an jî sendîkayê. Polîsan li ber morgan bi gotina ‘ermeniyek din jî çû’ heqeret li me dikirin. Herî zêde jî kuştina Zubeyîr Akkoç û Ramazan Bîlge bandor li min kir. Dema ku mirov diçe morgê psîkolojiyeke pir xirab dijî. Êş, tirs, hêrs, xemgînî van hestan hemûyan mirov bi hevre dijî. Me jî êşên hevalên xwe dixist dilê xwe.”

DEMÊN ZOR Û ZEHMET
Mamoste Haydar Kiliçoglu, destnîşan kir ku li cihekî ku hevalên wan lê hatibe qetilkirin dayina perwerdehiyê pir zahmet e û wiha got: “Ev derûnî bandorê li ser min û dersên min dike.
Dîsa bandorê li ser têkiliyên min û zarokan jî çêdike. Em li vir rastî şîdeta gelek dijwar hatin. Dema ku min li polê ders dida û telefon dihat ez tengav dibûm. Dilê min diricifî. Ji ber ku her min telefon vedikir, dengekî digot ‘hevalekî me hatiye girtin û hatiye birîndarkirin’ Hêj jî dengê telefonan wan rojan tîne hişê min. Dîsa her ku li derî tê dayîn ez dibêjim dê agahiyek xerab ji min re bê.” Kiliçoglu, destnîşan kir ku dema wan bi malbatan re hevdîtin pêk anîn gelek zahmetî kişand û ji ber ku dîsa ew êş bi bîra malbatan xist ji malbatan lêborîn xwest. Kiliçoglu, da zanîn ku ji roja malbatan ev egîtên xwe winda kirine heta îro êşê dikşînin AMED-DÎHA


Yorum bırakın

Henüz yorum yapılmamış.

Comments RSS TrackBack Identifier URI

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s