Komkujiya Dêrsimê lêkolîn dikin

Komkujiya Dêrsimê lêkolîn dikin
 
 
Parêzerên ji bo ku Komkujiya Dêrsimê mirovan bibin Dadgeha Cezayê Navneteweyî (UCM) li Dêrsim û navçeyan lêkolîn kirin. Parêzer Barry Fisher ê Amerîkî got ew bi gelek kesan re axivîne û lêkolînên xwe didomînin

11/04/2011
 

Parêzerên bi navê Barry Fisher, Erdal Dogan û Eren Keskîn, ji bo ku Komkujiya Dêrsimê ya ku di navbera 1937-1938’an de bi kuştina 70 hezarî zêdetir mirovan bibin Dadgeha Cezaya Navneteweyî (UCM) li Dêrsim û navçeyan lêkolîn kirin.
Di 24’ê mijdara 2010’an de du konferansa ku li Parlamentoya Eyaleta Berlînê ya Almanyayê hate li darxistin de ji bo ku Komkujiya Dêrsimê ya 1937-1938’an bibin UCM’ê biryar hatibû girtin. Parêzerên ji Tirkiyeyê beşdarî konferansê bûbûn Barry Fisher, Erdal Dogan û Eren Keskîn ji bo ku lêkolinan bikin û bi malbatên mexdûran re bi axivin hatin Dêrsimê. Heyetê li navçeya Pertek, Pilûr û Hozatê lêkolîn kir.
Fisher ê amarîkî diyar kir ku wan bi gelek kesan re axivîne û ew ê lêkolînên xwe bidomînin. Fisher wiha got: “Dema ku min li gund hevdîtin pêk anîn bandorake pir mezin li ser min kir. Ev mirov 80-90 salî nê. Hemen tişt di komkujiya cuhiyan de hate jiyîn. Divê niha dîmen û nêrînên wan kesan bên girtin. Ji ber ku pir girîng e. Heke bimirin wê demê şahid namînin.”
Fisher da zanîn ku li gelek cihên ku çûye abîde nîn e û wiha berdewam kir: “Li gelek cihên ku ez çûm ê de abîde tunebûn an jî îşaretek jî tunebû. Piştî komkujiya cihûyan jî ev tişt wisa bû.”

‘LÊKOLÎNÊN ME DIDOMIN’
Endamê heyetê Dogan jî got ku ew ê piştî ku hemû belge û agahiyan kom bikin dê serî li UCM’î bidin. Dogan dest nîşan kir ku wan li cihên ku komkujî pêk hatiye lêkolîn kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me şahidên komkujiyê re hevdîtin pêk anî. Em çûn gundê Kurmey a Pertekê, Kayişoglu ya Hozatê, Newela Kutu, Harçîk, Marçîk, geliyê Pilûmurê û pira 39’an û me lêkolîn kir. Dîsa em çûn newale Laç, kaniyên Halborî û latên 38’an û me lêkolîn kir.” Heyata ku piştî lêkolînên xwe temam bike dê derbasî Amedê bibe û bi saziyên kurdan re hevdîtinê pêk bîne. DÊRSIM – DÎHA


Yorum bırakın

Henüz yorum yapılmamış.

Comments RSS TrackBack Identifier URI

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s