Di navbera hêzên Qedafî û dijberan de şerê kolanan |
|
|
Şerê di navbera hêzên girêdayî Qedafî û yên muxalifên wî de dijwartir dibe û li bajarê Ecdabiyayê ev şer vegeriya şerê kolanan û ev bajar di destê kê de bimîne dê ew bibe serdetsê vî şerî |
11/04/2011
|
|
Hate ragihandin ku hêzên muxalifên Qedafî li bajarê Ecdabiyeyê êrîş birine ser hêzên girêdayî lîderê Lîbyayê Muemer Qedafî û şer di nava kolanên bajêr de dewam kir. Ev şerê ku êdî dakete nava kolanan di encamên destpêkî de li gor çavkaniyên muxalifên Qedafî 8 kes ji serhildêran hatine kuştin. Heke hêzên alîgirê Qedafî bikaribin bajarê Ecdabiye bixin bin kontrola xwe dê ev bajar bibe rawestgeha hêzên Qedafî ku ji wê derê êrîşan bibin ser navenda muxalifan bajarê Bîngaziyê ku 160 K.m dûrî Ecdabiyê ye. Ji bo muxalifan jî ketina vî bajarî ya destê Qedafî tê wê wateyê ku êdî hêzên Qedafî dikarin cih li muxalifan teng bikin û ew jî dê wekî Misrata bike nava xelekek ji ambargoya hêzên Qedafî.
Di vê navberê de hin berpirsiyarên muxalifan rexneyên tund li rêveberiya hêzên NATO’yê kirin û bi taybetî jî piştî ku êrîşek li dijî kerwaneke hêzên muxalîfan pêk anîn. Ji aliyekî din ve kêfxweşiya xwe ji zêdekirina êrîşên li dijî hêzên Qedafî jî anîn ziman.
Hate ragihandin ku li Lîbyayê yekîneyên bi Qedafî ve girêdayî duh di êrîşa ku li Misratayê li dijî mûxalîfan de pêk aniye de 30 serhildêrên mûxalif hatine kuştin. Çavkaniyeke ku ji ajanseke biyanî re axivî destnîşan kiriye ku hêzên Qedafî ji sê milan ve êrîşî bajêr kirine û 30 serhildêrên mûxalifî Qedafî kuştine. Kesên ku bi navê ‘Abdulselam’ ji ajansa biyanî re axivî û got ku digel her tiştî jî Hêzên mûxalîf li hemberî hêzên Qedafî li ber xwe dide û îdîa kir ku rê li ber pêdeçûna hêzên Qedafî girtine.
NATO’yê daxuyand ku roja în û şemiyê bi giştî 17 tangên Qedafî îmha kiriye. Rayedarekî NATO’yê ku nexwest navê wî were aşkerekirin anî zimên ku li Misratayê 15 û li Bregayê jî 2 tanqên hêzên Qedafî îmha kirine.
Rayedarê NATO’yê destnîşan kir ku roja înê roja herî zêde şer gur bûye û gele mirî û birîndar jî hene ku haya çapemeniyê jê nîn e. TRABLUS
Yekitiya Afrîkayê dixwaze Lîbya aram bibe
Di panela Yekitiya Afrîkayê de hate xwestin ku ‘Di demeke zûtir de bila li Lîbyayê aramî pêk were.’ Panêla Yekitiya Ereban li bajarê Bîngazî yê Lîbyayê ku serhildêr bihêz in, hate lidarxistin û ji hêla Serokomarê Moritanya Mihemed Old Ebdilezîz ve hate rêvebirin.
5 lîderên afrîkî ku hewldidin navbeynkariyê bikin beşdarî panelê bûn û destnîşan kirin ku bibiryar in nexşêreyek saz bikin û neyartiyan bidawî bînin û di navbera beşên Lîbyayê de diyalog damezrînin. Berdevkê serhildêran Mustafa Abdulrehman got ku şer niha li Misratayê didome û hêzên NATO’yê pir hêdî bersivî êrîşên hêzên dewletê didin. Abdurehman pirsyar kir ku, çi li NATO hatiye ku dereng bersiv dide û serhildêr ji vê rewşa dereng tevgerînê pir xembar in. Ji serhildaran kesek ku navê xwe wekî Abdilselam da zanîn ji Reutersê re got ku hêzên hikumetê ji sê eniyan êrîşê Misrata kirine û got ku “xebatkaranên tenduristî û serhildêran ji min re gotin ku herî kêm 30 serhildêran jiyana xwe ji dest daye.”
|
19 |
|
|
Bunu beğen:
Beğen Yükleniyor...
İlgili
Nisan 11, 2011
Kategoriler: HABER . Etiketler:û, de, di, dijberan, hêzên, kolanan, navbera, Qedafî, Şerê . Yazar: amedtimes
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Comments RSS
TrackBack Identifier URI
Bir Cevap Yazın