Serhildana Rewandizê (1830-1837)
Mirov wexta ku di nexşeyê de li cihê serhildanan dinêre mirov dibîne ku osmaniyan gelek bi tektîkek balkêş bi ser eşîrên kurdan re çûne. Biryara têkbirina û pelçiqandina hêza kurdan gav bi gav hatiye cih. Di serî de bi pelçiqandina yê herî dûr û yê herî bi hêz bi eşîra Babanan dest pê dikin. Wexta ku bi ser Babanan de diçin dilê Bedirxanî û dilê Rewendiziyan ji xwe nahêlin, berdilê wan didin û alikarî ji wan digirin. Ji ber ku wexta ku êrîş bibin ser Babanan neçarin di ser erdnigariya Bedirxanî û Rewendiziyan de derbas bibin. Heke beriya Babanan mudaxaleyê Rewendiz an jî mudaxaleyê Bedirxaniyan bikin dê nikaribin bi rihetî bi ser Babanan ve biçin û dibe ku Babanî piştgiriya van bikin an jî dê karibin bi rehetî ji Osmaniyan veqetin. Heta ku yê herî dûr û yê herî bi hêz nepelçiqînin yê din çiqas di nav hewldanên nebaş de bin jî çavên xwe ji wan re digirin û bê deng dimînin. Ji ber vê fikarê ye ku Osmaniyan ji yê herî dûr û bi hêz ji eşîra Babanan dest pê kiribû.
BEGÎTIYA SORAN
Mîr Mihemed di 1814’an de bûbû serokê begîtiya Soraa. Herêma Soran ji Çemê Zapê dest pê dikir heta sînorê Îranê didomiya. Paytexta wan jî Rewandiz bû. Mîr Mihemed ji eşîra herî kevnaran yek ji eşîra Rewanda bû. Malbata wî digihîşt malbata Selaheddînê Eyubî. Mîr Mihemed di çavkaniyên dîroka tirkan de bi navê “Kor Muhammed Paşa” tê bilêv kirin. Mîr Mihemed Paşa di medreseyê de ji perwerdeyeke gelek xurt re derbas dibe. Bi hişmendiya oldariyê têdigihije. Bi rê û rêbazên olî ve gelek girêdayiye. Di tevahiya kar û emelê xwe de bi serek û rêberê odlar re dişêwire paşê gav diavêje. Di wî serdemê de bi taybetî jî gelek bandora oldarên yên wekî Mele Mihemedê Xatê û Mele Yehyayî Mizorî hem li ser Mîr Mihemed û hem jî li ser gel hebû.
Mîr Mihemed wexta ku bû serekê herêma Soran bi nûkirina leşkeran dest bi kar kir. Hem ji bo rêxistinkirinê hem jî ji bo xemilandina bi çekên nû û modern ket nav hewldanan. Ji bo perwerdehiya hîndekariya çêkirina çek û topan gelek ciwanên kurd rêkir Ewropa. Bi lezgînî li Rewendiz fabrîqeyeka çekan da çêkirin û dest bi çêkirina top û gelek cureyên çekan kir. Her ku diçû otoriteya xwe li herêmê xurtir dikir. Otorîteya xwe li ser eşîrên der û dora xwe ferz dikir. Rêberê kîjan eşîrê otoriteya wî qebûl nekira êrîş dibir ser wê eşîrê de, serek û rêberê eşîrê dikuştin di şûna wan de zilamê xwe peywirdarê serokatiya wan eşîran dikir.
HÊZA SERHILDANÊ
Di demeke kin de nêzî 30 hezar kesî hêza wê ya leşkerî derket holê. Ev leşkerên xwe jî tev bi çekê nû xemilandibû. Li herêmê ji bo têkûz kirina kontrola xwe ji xwe re pergaleke sîxuriyê ji ava kiribû. Ji bo jiyanek bi rêk û pêk û ji bo têkûzkirina otoriteya xwe gelek cezayên giran diyar kiribû. Bi van cezayan di tevahiya herêmê de û di tevahiya qada jiyanê de otorîteya xwe dida hîskirin. Piştî ku Mîr Mihemed li herêma Soran otoriteya xwe têkûz kir dest avêt derûdora xwe. Hewl da xwe ku eşîr û begîtiyên kurdan ên derûdora xwe tevan bigire bin otoriteya xwe. Hinek bi hevdîtinan û bi lihevkirinan bi xwe ve girêdan, hinek bi zext û zor bi xwe ve girêdan. Di 1827’an de êrîşek bir ser herêma eşîra Babanan û eşîra Babanan xist bin otorîteya xwe. Herêma otorîteya xwe heta gundên Azerbeycanê fireh kir. Bi firehbûyina herêmê re hêjmara leşkerên wî jî her roj zêde dibûn. Hêjmara leşkeran gihîştibû derûdora 100 hezar kesî. Mîr êdî bixwe bawer bû, hêza xwe têrê diyarkirina azadiyê didît. Mîr Mihemed di 1830’an de serxwebûna xwe diyar kir.
Armanca Mîr Mihemed avakirina Kurdistaneke serbixwe bû. Şert û mercên wî demê jî pêkan bûn. Dewleta Osmaniyan li hemberê rûsan têk çûbû. Sirp û yewnanan bi serhildanan azadiya xwe bidestxistibûn. Li Misrê Mehmet Alî Paşayê Kavalayî li dijberê Osmaniyan serî hildabû û li ser serê Osmaniyan bûbû belayek mezin. Di heman demî de dewleta Îranê jî wekî Osmaniyan di rewşeke ne baş de bûn. Nakokiyên sedsalan li Îranê didomiyan. Çilvirîna nav rêveberiyan û şerên bi derûdor re dewleta Îranê xistibû nav aloziyan. Van aloziyan di nav kurdan de nerazîbûnek gelek mezin pêş xistibû. Ji ber vê jî kurdên Îranê Mîr Mihemed ji bo xelasbûyina xwe wekî qehremanek didîtin.
DERFET RÊ VEKIR
Mîr Mihemed ji bo serkeftinê geşedanan ji xwe re wekî derfetek didîtin. Ji bêhêzbûyîna herdu dewletan îstîfade dikir û her roj herêma desthiladariya xwe fireh dikir. Di 1832’yan de êrîş bir ser herêma Behdînanê û Amêdiye, Duhok û Zaxo xist bin kontrola xwe. Êdî li Kurdistanê otorîteya herî mezin Mîr Mihemed bû. Lê Mîrê Botan Bedirxan Beg otorîteya Mîr Mihemed qebûl nedikir. Mîr Mihemed ji bo ku otorîteya xwe bi Bedirxan Beg bide qebûlkirin êrîş bir ser herêma Botanê. Di herêma Botanê de tenê kurdên misilman tunebûn her wiha êzidî, ermenî û asûrî jî hebûn. Lê hêza parastina leşkerî tenê yê kurdên sûnî bû. Kurdên sûnî dibin pêşengiya Bedirxan Beg de bi xweparastinê bersiv dan Mîr Mihemed. Ji Çiyayê Sîncar heta Nisêbînê herêm tev bû qada şer. Di vî şerî de ji hêzên Bedirxan Beg gelek peya û siwarî hatin kuştin, lê zirara mezin êzidî, ermenî û asûriyan dîtin. Ji ber ku hêza parastina van tune bû bawerhişkiya Mîr Mihemed bû sedema qetilkirina bi hezaran kesî yên ji van gelan.
Pêşketin û bihêzbûyîna Mîr Mihemed, Osmaniyan dixist nav fikaran. Êdî Mîr Mihemed ji bo xwe jî wekî pirsgirêkeke mezin didîtin. Li gorî Osmaniyan hewce bû ku pêşî lê bihata girtin. Ji hêla rêveberiya Osmaniyan ve di 1835’an de waliyê Sêwazê Reşît Paşa, waliyê Bexdayê Alî Riza Paşa û Waliyê Mûsilê Mehmet Paşa ji bo têkbirina Mîr Mihemed hatin peywirdar kirin. Ev walî bi gelek hêzeke mezin bi ser hêzên Mir Mihemed ve çûn. Ji hêla amûr û teknîkê ve hêzên Osmaniyan xwedî awantajên mezin bûn. Mîr dît ku dê nikaribe biser keve hêzên xwe vekişandin çiyayên Kurdistanê û xwest bi rêbazên şerê gerîla liberxwe bidin. Bi vê rêbazê gelek zayiyatên mezin dan artêşa Osmaniyan. Demek şûn de hêzên Osmaniyan neçar man paşve vekişin.
ÊRÎŞ DEST PÊ DIKIN
Mîr wexta ku dît Osmaniyan vekişiyan, bi vî moralî xwe gelek bihêz û serketî hesiband û di cotmeha 1835’an de li dijberê Îranê jî dest bi êrîşan kir. Bi van êrîşan ji hêla stratejiyê ve şaşî ya herî mezin a dîrokî hatibû kirin. Di heman demî de li dijberê herdu hêzên Rojhilata Navîn yê herî mezin ketibû nav şer. Di demeke kin de herêma Kutur û Saldûzê ji bin kontrola Îranê derxist. Hêzên Mîr Mihemed li dijberê hêzên dewleta Îranê her roj serkeftin bidestdixistin. Ev serkeftinên Mîr Mihemed û pêşketina kurdan, îngilîzan xistibû nav fikaran. Îngilîzan ev pêşketina kurdan li dijberê berjewendiyên xwe yên Basrayê heta Hindistanê wekî xetere didît. Îngilîzan nedixwest dewletek nû ya dînamîk li dîjberê wan derkeve holê. Îngilîzan li dijberê vê dewleta dînamîk parastina herdu dewletên kevn û nexweşên ku girêdayiyê wî ne parastin ji bo berjewendiyên xwe yên herêmê hîn hêsantir didît. Îngilîzan li ser vê polîtîkayê ji bo têkbirina Serhildana Mîr Mihemed sîxur û siyasetmedarên xwe xistin nav hewldanan.
ŞOPA ÎNGILÎZAN
Bi hewldana dewleta îngilîzan û bi taybetî jî bi dîplomasiya konsolosê îngilîzan ê Tebrîzê Îran û Osmaniyên ku xwedî nakokiyên bi sedsalan bûn li dijî kurdan di navxwe de tifaqek çêkir. Ji bo pelçiqandina serhildana kurdan di bin rêbertiya serfermandarê îngilîz ‘Şil’ de di 1738’an de plansaziyek hate amadekirin. Hêzên Îran û Osmaniyan ji du hêlan ve herêma Rewendizê dorpêç kirin. Di vî tengasiyê de Osmaniyan bi têkiliya ‘Mola Hetî’ -nav gel de wekî “Melayê xayin” tê bi navkirin- bi rêber û pêşengên olî re ketin têkiliyê. Mola Hetî bi xelîfe re di nava têkiliyan da bû. Osmaniyan piştî ku bi saya Mola Hetî ev oldar îkna kirin bi pêşengiya Mola Hetî fetwayek dan derxistin û dan belav kirin. Di wê fetwayê de digotin “Kî li dijî artêşa xelîfeyê şer bike ew kafir e. Di navbera misilmanan de hewceye ku aştî pêk were.” Di ser vê fetwayê re gelek eşîrên kurdan hêzên xwe ji nav şer vekişandin. Dayina piştgirî ya xwe ji Mîr Mihemed qut kirin. Carek din di nav hêzên kurdan de belavbûyinek dest pê dikir.
MÎR TESLÎM DIBE
Mîr Mihemed neçar ma ku banga Osmaniyan a radest bûnê qebûl bike. Piştî radestbûyînê Mîr Mihemed û malbata xwe û hinek serokê eşîran birin Stenbolê. Ji ber ku Mîr li dijî hêzên xelîfe beyî şer radest bûbû piştî 6 mehan li Stenbolê ma. Siltanê Osmaniyan bi dayîna hinek xelat û rutbeyan Mîr dilşad kir û paşve rêkir. Mîr bi keştiyê bi ser Derya Reş re dê vegeriya Kurdistanê. Li gor hinek çavkaniyan li Sêwazê, li gor hinek çavkaniyan jî li Trabzonê bi qomployê Mîr tê qetilkirin. Rêveberiya Osmaniyan li dijî Mîr û Begên kurdan polîtîkayên qirêj dimeşandin. Li gor hêza eşîran nêzikê Mîr û Begên wan eşîran dibûn. Heke eşîr bi hêz bûna bi rêzdarî nêzik dibûn, wan vedixwendin Stenbolê û bi bertîl û payeyan bi xwe ve girêdidan. Mîr û Began bi vî awayî dikirin neyarê eşîrên din û paşve rêdikirin. Heke eşîr bê hêz û qels bûna û serokê eşîrê jî di hedê xwe de nesekiniya îradeya eşîrê binpê dikirin û serokê eşîrê jî an dikuştin, an jî digirtin diavêtin zîndana.
FERMANA QETLKIRINÊ
Siltanê Osmaniyan beriya radestbûnê ji zû ve fermana kuştina Mîr dabû. Lê ji ber ku alîgirê Mîr zêde bûn ji bertekên wan ditirsiyan. Ji ber vê jî ji bo tunekirina Mîr di bin navê dostaniyê de rêbaza qomployê bi kar anîn û Mîr ji holê rakirin.
Piştî mirina Mîr Mihemed birayê wî Resûl Paşa bû serokê herêma Soran. Mîr û Begên kurdan ên ku Osmaniyan bi sed salan nikaribû îradeya wan bişkîne û radest bigire Mîr Mihemed bi êrîşên xwe yên hovane wan ya ji holê rakirin ya jî gelek qels kirin. Mîr Mihemed gelek zirarên mezin dan Mîr û Begên eşîrên wekî Baban, Botan, Bilbasî û Behdînaniyan. Ji ber vê jî mirov dikare bibêje ku Mîr Mihemed binezanî gelek xizmet ji dewleta Osmaniyan re kiriye. Tiştê ku Osmaniyan dixwest bikin wî xwe dikir. Osmaniyan ji bo xwe ev xizmet didîtin loma heta demekî li dijî Mîr bêdeng diman. Heta ku Mîr Mihemed eşîrên kurdan bi tevahî pelçiqandin û ji bo wan hate asta xetereyê hêj li dijî Mîr ketin nav hewldanan.
Aliyên qels ên Serhildana Mîr Mihemed
Serhildana Mîr Mihemed ji hêla stratejî, taktîk û dîplomasiyê ve gelek qels bû. Polîtîqayên emperyalistan ên li ser heremê bi zanibûnek baş fêm nekiribû. Nezanî û xedariya Mîr bû sedama zilm û zora wî ya li ser kurd û gelên heremê. Wekî mînak; karibû bi hêzên wekî Bedirxaniyan re tifaqek çêbikirana û hêzeke xurt derxistibana holê. Lê wî ev alternatîf qenc neceriband û xwest bi êrîşan Bedirxaniyan têk bibe û bike bin otorîteya xwe. Hewce bû ku ji bo tifaqa kurdan hewl bidaya xwe lê mixabin wî xwest bi darê zorê tifaqa kurdan di bin otorîteya xwe de çêke. Mîr bi vî hewldana xwe ya nebaş tifaqa ku hebû jî hilweşand. Tenê bi hêza leşkerên xwe bawer bû. Lê ji ber ku ew hêza leşkerê xwe jî bi zanibûneke baş û taktîkên serkeftî bi kar neanî li dijbî herdu dewletên mezin Osmanî û Îran tu serkeftin bidest nexist.
Bir Cevap Yazın