Dîroka Kurdistanê – XXVI-

Dîroka Kurdistanê – XXVI-
01/04/2011 – 09:49

Mehmet Şahîn
mehmetsahin_amed@hotmail.com
Polîtîkayên Osmaniyan ên li ser beg û mîran teşe girtibûn. Û bi vê armancê Osmanî li dijberê kurdan diketin nava hinek hewldanan. Lê rûyekî madalyonê yên din jî hebû. Ew jî zordarî û kedxwariya Osmaniyan a li ser gelê kurd bû
Di serhildanan de rola mîr û begên kurdan

Ji ber şerên giranên bê dawî her ku diçû Osmaniyan baca ku ji mîran distendin zêde dikirin. Tenê destê wan de ruçikandiana van mîran de ma bû ku pê leşkerên xwe xwedîbikin. Ji bilî stendina bac wekî din bi qada serweriya Mîran û Began eleqedar nedibû. Mîr û beg çidikin çawa heremê birêve dibin, zext û zora wan a liser gel qet nedidîtin an jî ji nedîtîve dihatin. Gel jî hiştibûn dibin hêviya wijdanê mîran û began. Ger ku mîr û beg başbûna xwe ji hêla kedxwarî û di xalek din de jî dikarîbûn hinek xwe ragirta. Ger ku mîr anjî beg bê wijdanbiya di bin serweriya wan de zordariyek bê sînor diketin rojevê. Di nava sînor û serweriya Mîran de Kurd tenê nedijiyan. Weke gelê Ermen û Asûr jî hebûn. Di nava Kurdan de elewî, sûnî, êzîdî komên ji baweriyên cûda hebûn. Loma kedxwarî û zordarî li ser tevahiya gel û komên bawermend dihatin ferzkirin.

BI BERTÎLAN WAN KIRÎN
Osmaniyan rêveberên ku rêdikirin herêmê mîr û began bi têkiliyên germ û bertîlan bixwe ve girêdidan. Rêveberên Osmaniya ji ber ku nedixwestin mîr û beg ji wan dûrkevin û bibin dijberên wan carna bi dil carna jî bê dil ev têkiliyên germ û bi bertîl pêşxwazî dikirin. Dizanibûn ku ger Mîr û began bi xeyidînin dê li dijberê wan bikevin nav hinek hewldanan û li serê wan bibin bela. Ji ber vê jî çiqas zilma mîr û began li ser gel zêdebie jî rêvebariya Osmaniyan bê deng dima. Ev bêdengî jî di bû sedema zilm û zora hîn zêde.
Ev zilm û zora û heciqandina ku bi hevkariya dewlet, beg û mîran li ser gel hatibû ferzkirin di 1815 an de li Wan û Bazîdê bû sedema serhildanan. Pîştî ku eşîrên Kurdan yên Yêrîwanê û Xoyê jî pıştgirî dan van serhildanan ev serhildan wek serhildana gundiyan pêşket. Lê ji berku ev serhildan bê rêber û bê pêşengbûn serkevtina wan nepêkan bû. Osmanî û Îraniyan dîn ku serhildan hinek pêşketin herdû dewletan bi hevkariya hev ser van serhildanan de çûn û ev serhildan têkbirin.
Pişt van serhildanan di sala 1818 an de li Kurdistana rojhilat Eşîra Bîlbasiya li dijberê zext û zora destî bi serhildanê kir. Serhildan li heremê belav nebû tenê ma. Bîlbasî herçiqas ji eşîrên der û dora xwe alîkarî negrin jî di çiyayan de demeke dirêj li berxwe dan. Lê demek şûnda jiber bê alîkariyê nikaribûn zêde li berxwe bidana û serhildan bi dawî bû.

ŞERÊ OSMANÎ Û RÛSAN
Di navbera salên 1820 û 1829 an de Osmanî bi Rûsa re di nav şerde bûn. Kurdan ev rewş jibo xwe wek derfetek dît û li Bazîdê di bin pêşengiya Behlûl Beg de , li Mûşê dibin rêbertiya Emîr Paşa de destbi serhidanan kirin. Behlûl Beg û Emîr Paşa ji bo alîkariyê serî li Rûsan dan lê Rûsa ev daxwaz bi erênî pêşwazî nekirin. Ev serhildan jî jiber bê tifaqî û alîkariyê li dijberê êrîşên Osmaniya zêde nikaribûn berxwe bidin û têkçûn.
Ev serhildan tev ji hêla eşîrên kurdên koçerde hatibûn bipêşxiztin. Ji ber ku di jiyana koçerî de ji aboriyê rola yek kesekî jî gelek girîn ge. Di aboriya vî civaka koçer de rola kal û pîra heta ku zaroka jî heye û girînge. Lewre girtina ciwanan ya leşkeriya demdirêj zirarek mezin dida aboriya van eşîran. Heman demêde girtina ciwanan ya leşkeriya demdirêj ji hêla ewlekariyê de jî ev eşîr dixist nav xetereyan. Ji bo çûyin û hatina zozana ji bo ewlekariyê hewcedarî bi sedan hêzên leşkerî hebûn. Ji ber vê jî eşîran nedixwest leşker bidin leşkeriya Osmaniyan. Wextê ku ji bo girtina leşkerên Osmaniya zext û zor li ser van eşîran zêde kirin van eşîran jî dest bi serhildanan kirin.
Di bingeha sedema van serhildanan de leşkeriya dem dirêj, baca giran, rêvebertiya bê edalet û zilm û zora rêveberiyên heremî hebûn.
Xeynî van serhildanan gelek serhildanên eşîran yên din jî derketin. Pirsgirêkên van eşîran jî heman tişt bûn. Leşkeriya dirêj û giran, baca giran, zilm û zextên rêveberiyên heremî, bertîl û hwd. bûn sedema serhildanên gelek eşîran. Sehildanên bi vî rengî li temamê Kurdistanê belav nebûn û teng man. Lê taybetiyeke van eşîran ya balkêş hebû di van serhildanan de di nav kurdan de cudahiyeke wek şîî-sûnî, û Ermenî û Asûriyan de tunebû. Lî dijberê zilmê teva bihevre di nav serhildanan de cih digirt. Lê mixabin ev tifaq dorfireh nebuye teng maye û ev teng bûna wî buye sedema têk çûna wan.

SERHILDANÊN LI ÎRANÊ
Polîtîqayên zext û zorê yên ku ji hêla Osmaniyan ve li ser kurdan dihatin meşandin heman polîtiqayên zext, zorê û çepisandinê ji hêla Îranê ve jî li ser kurdan dihatin meşandin. Li dijberê van plîtîqayên Îanê jî kurdan nerazîbûna xwe nîşan da. Di 1840 an de kurdên gundiyên rojhilatê Kurdistanê yên wek herema Tesû, Xoy, Salmas û Genû serî hildan û bajarên vî heremê girtin bin kontrola xwe. Sedema vê serhildanê jî wek yên berê zext û zilma rêvebertiya navendî û zext , zor û tedayiya rêvebertiya heremiya feodali bû. Lê bandora fesadî û nifaqên dewleta Osmaniya jî li ser hebû. (Ji berk u hesabên Osmaniya li ser herema Azerbeycanê hebû dixwest Îranê têxe nav aloziyan ku xwe bigihîne Azerbeycanê.)
Nakokiyên navbera rêvebertiyên Îranê bû sedema firebûyina berxwedana Gundiyan û demek dirêj li berxwe da.
Di 1842 yan de rêvebertiya Dewleta Îranê guherî. Şah Fetih Ali bû serok dewletê Îranê. Şah Fetih Ali ji bo têkbirina serhildanê ket nav hewldanê peydakirin û ceribandina tektikên nû. Tektîka nû ya ku peyda kir li dijberê kurdan bikaranîna Asûriya bû. Di herema Bet, Moxîne, Somay, Solana, Ganje, Cin Mawana û Urmiyê de ji gelên Asûrî yan dest bi komkirina leşkeran kir. Ev leşkerê di nav artêşa Îraniyan de bicih kir û bi ser kurdan de rêkir. Bi destê Asûriya serhildana kurdan têkbir. PiştÎ têkbirina serhildana kurdan têkiliya navbera Şah Fetih Ali û Asûriya germtir bû. Şah Fetih Ali bi keçikeke Asûrî ya bi navê Pari Farzand Benyamin re zewicî. Bi vê zewacê girêdayiya xwe û Asûriya gihand asta xinamtiyê. Wek di jî Asûriyên ku di têkbirina serhildana Kurdan de rolek girîng lehistibin û alikarî dabin wî bi payeyên bilind ew xelat kirin.
Di nav artêşa xwe de tabûrek taybet ji Asûriyan çêkir û demek dêrêj li dijberê serhildanên kurd û Azeriyan de ev tîma taybet bikaranî.Ev serhildanê gundiyan jî wek serhildanên din bêrêxistin, bê sitratejî û bê rêbertiyek xurt destpêkirî bû. Bê plansaziyek xurt li dijberê dewleteke wek Îranê xwediyê tecrubeyek kûr û mezin serkevtina wan nepêkan bû. Mixabin ev serhildanjî negihişt tu encamê û têk çû û wek her carî di encam de bi xwe re diha zêde zext, zor, teda û pelçiqandin anî.

SERHILDANÊN ÊZIDIYAN
Di navbera salên 1826 û 1829 an de di heremên wek Rewendûz, Culmêrg, Tûr Abidîn (Mîdyat) û Sîncarê gelek serhildan pêhatin. Ji sedema derketina van serhildanan yek polîtîqayên Osmaniyan bû, a din jî zext û zorê rêveberiyên kurdyê Sûnî bû. Ev serhildan li dijberê êrîşên derveyî wek xweparaztinê derketin. Kurdên Êzîdî him di bin êrîşên Osmaniyan da bûn him jî dibin êrîşên Beg û Mîrên Kurdan de bûn.
Ezîdiyan dibin vê zilmê du serîde gelek êş û janên mezin dikişandin. Niheqiyên gelek mezin liwan dihatin kirin. Mînak; di 1833 û 1834 an de mîrê Rewendûzê Mîr Mihemed wextê ku êrîş dibe ser mîrê Botan heta Nisêrbîn pêşdikeve, ji wêrê dizivire çiyayê Sîncanê û li wêrê bi hezaran ezidiyan qetil dike. Di van salande ji ber ku di navbera ezidiyande hevgirtinek xurt û amadekeriye ke baş tune bû li hemberê êrîşên dervehiyan nikaribûn zêde berxwe bidin. Mixabin gelek serhildanên wan jî bi qirkirinan bi dawî bûn.

SERHILDAN Û TÊKÇÛN
Her têkçûyina serhildaneke kurdan dibû sedema zext û zorên nû. Her têkçûyınek bi xwe re encamê girantir dianîn. Herku diçû tepisandin û pelçıqandina ser kurdan zêdetir di bû. Bi van pelçiqandinan dıxwestin kurdan bêîrade bikin û bixwe ve girêbidin.
Lê van zext û zora bixwe re bertekên kurdan jî zêdetir dikir.Eşîrên ku li derdora Sason, Hezo û Amedê dijîyan li dijberê van zext û zoran ketin nav hewldanan û dest bi serhildanan kirin. Di van serhildanan de berxwedanek hêja nişan dan.
Kurdên ku di tevahiya dîroka xwe de bi xwezayê re aşt jiyane di van serhildanan de başnasîna û bikaranîna wan ya xwezayê li dijberê Osmaniyan ji bo wan awantajek herî girîng bû. Bi vê awantajê darbeyên gelek mezin li Osmaniyan xistin.
Li dijberê van berxwedanan Osmaniyan gundên heremê dan ber topa. Dest bi qetil kirina sîvilan kir. Ev bû sedema bêmoraliya şervan û serhildêran. Bi vî bê moraliyê serhildêran demek din jî berxedan lê demek şûnde bi dîl girtin û dardekirina serok û rêberên eşîran ev serhildan têk çûn.

Serhildana Seîd Beg û têkçûna wî

Di vî pêvajoyê de serhildana ku pêşdikeve û digêje asteke girîng serhildana Seîd Beg e. Di 1833’yan de gelê herêma Behdinan li dijberê teda û zilma Mîr Mihemed berxwedabû. Musa Paşa yê ku wekî rêveber Mîr Mihemed ji wan re diyar kiri bû ji rêveberiyê dûrxistin û Seîd Beg wek rêveberê xwe diyar kiririn.
Herêma Behdinan xwedîyê xwezayeke gelek dijwar e. Ji bo serhildan û tekoşineke çekdarî awantajek mezin dida berxwedêrên Seid Beg. Ji berk û Mîr Mihemed têk çû bû eşîrên derdor jî xwe hêdî hêdî nêzê Seîd Beg didan û alikarî didan wî. Di nav vî alîkariyê dayina leşkeran jî hebû. Ê ku alîkariya leşkeran dida wî ji wan yek jî Mîrê Botan Bedirxan Beg bû. Her ku diçû Seîd Beg xwe nû dikir û bi hêz dibû. Osmaniyan ev pêşketina Seîd Beg jixwe re wek xetere didît. Hêj nû xetereyeke wekî Mîr Mihehemed berteraf kiribû. Nedixwest hêzeke din bikeve şûna Mir Mihemed. Ji ber van fikaran Osmaniyan bilezginî bi hêzek mezin êrişek birin ser hêzên Seid Beg. Ji ber ku Seîd Beg hêzên xwe baş birêxistin nekiribûn û bê pergaliyê de bûn nikaribûn demek dirêj berxwe bidin. Di demeke kin de berxwedêrên Seîd Beg li dijberê hêzên Osamniyan têkçûn. Piranya wan hatin kuştin ên ku man ew jî reviyan. Piştî têkçûna berxwedêran Seîd Beg dîl ket destê hêzên Osmaniyan. Bi dîlgirtina Seîd Beg ev serhildan jî wek serhildanên din bi trajediyeke mezin bi dawî bû.
Em dibînin ku ev serhildan tev bi heremeke teng ve girêedayî mane. Yanî ji asta heremî xwe xelas nekirin e.Di erdnigariya Kurdistanê de belavbûyinek anjî yekgirtinek bidest nexistin e. Ev jî bûye sedema qelsmayîna wan.


72

Yorum bırakın

Henüz yorum yapılmamış.

Comments RSS TrackBack Identifier URI

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s