Zarokên xwe di dilê xwe de vesartin

 Zarokên xwe di dilê xwe de vesartin

 

  

 

  

 

 Gelê kurd cenazeyên gerîlayên HPG’ê bi girseyî her yekî li bajarê wan defin kirin. Li hemberî vê xwedîderketina gelê kurd a li rûmeta xwe polîsên hikûmeta AKP’ê xwe ranegirtin û êrîşî gel kir. Gelê kurd jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan

 

 
07/04/2011

 

 

 

 

Girse bi taybetî  ciwanên ku di meşê de refên pêş de cih girtin bê navber dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘PKK gel e, gel li vir e’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Tolhildan, tolhildan’ berz kirin û bertekên xwe ya li hemberî operasyonê nîşandan.
Cenazeyên 7 endamên HPG’ê yên di encama operasyona TSK’ê ya li navçeya Hassaya Hatayê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi tevlibûna bi sedan kesan ji aliyê malbatên wan ve ji morga Tipa Edlî ya Edeneyê hatin wergirtin. Ji cenazeyên 6 HPG’iyan, yê Aydin Baran (Mazlum Amed) li Amedê li Goristana Yenikoy, Cenazeyê Zekî Durdu (Rojwan Tolhildan) dê li Meletiyê li gundê Atalay ê Yeşîlyurt û cenazeyê Bulent Doner (Devrîm Sîpan) li Wanê, cenazeyê Onder Konca (Boran Nurhak) li navçeya Elbîstana Mereşê li gundê Sevdillî, Cenazeyê Emrullah Atalmiş (Kendal Kavvar) dê li navçeya Tetwana Bedlîsê, li gundê Onsuzê û cenazeyê Şehmus Ozalp (Cîgerxwîn) jî li navçeya  Bismîla Amedê hatin definkirin.

BI GIRSEYÎ PÊŞWAZÎ KIRIN
4 cenazeyên endamên HPG’ê yên di operasyona navçeya Hassaya Hatayê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatan ve hatin girtin û şevê din anîn Amedê. Cenazeyên HGP’iyan li ser riya Rihayê ji aliyê sedan wesayîtan ve hatin pêşwazîkirin û bi konvoyê anîn Goristana Yenîkoyê. hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk û Parlamenterê BDP’ê Bengî Yildiz jî tevli pêşwezîkirinê bûn. Xwîşka Aydin Baran Gulluşan Baran, dema ku ji bo şuştina cenazeyan çû odeyê bi navê kodê bang li birayê xwe lêkir: “Mazlumê min, fermandarê min tu bi xêr hatî. Ser serê min û çav min hatî Mazlûmê min. Mazlûmê min egîdê mîn ev çend sal in tu gerîla bû. Şehîd namirin” Di wê demê de demên gelek kestiyar hatin jiyîn û ciwanan jî bi slogana ‘Şehîd namirin’ berz kirin. Di dema şuştina cenazayan de di laşê 4 cenazeyên HPG’iyan de şopa gelek guleyan hebû. Di cenazeyê Bulent Doner şopa şewatê di mil û serê wî de hebû.

LI ERXENIYÊ MUDAXALE
Konvoya cenazeyê HPG’iyê bi navê Aydin Baran (Mazlûm Amed) ê li Hassayê di encama operasyonê de bi hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû gihişt navçeya Erxenê ya Amedê. Bi hezaran kesên di nav de hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak û Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî di nav de heta derketina navçeyê bi cenaze re çûn. Girseya ku pankarta li ser wênêyên 7 endamên HPG’ê yên li Hassayê jiyana xwe ji dest dabûn û li ser ‘Şehîdên Kurdistanê Nemirin’ dinivîsî vekir û sloganên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kir. Vê demê polîsan bi bombeyên gazê mudaxale girseyê kir û ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv da polîsan. Li gel mudaxaleyê jî girseyê dev ji meşê berneda û cenaze bi konvoyê ji bo bê definkirin birê kir gundê Gisgisê. AMED – DÎHA

Yorum bırakın

Henüz yorum yapılmamış.

Comments RSS TrackBack Identifier URI

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s