Wêneyên gorên komî nedan parêzeran
Piştî daxuyaniya Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan der barê wêneyên kesên ku di gorên komî ya li navçeya Motkiyê ya Bedlîsê de daxuyanî da û got ‘Wêne di dosyaya lêpirsînê ya Dozgeriya Komarê ya Motkiyê de ne’ parêzeran ji bo girtina wêneyan serî li dozgeriyê da
10/02/2011
Piştî daxuyaniya Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan der barê wêneyên kesên ku di gorên komî ya li navçeya Motkiyê ya Bedlîsê de daxuyanî da û got ‘Wêne di dosyaya lêpirsînê ya Dozgeriya Komarê ya Motkiyê de ne’ parêzeran ji bo girtina wêneyan serî li dozgeriyê da.
Lê bi hinceta ku der barê dosyayê de biryara “nêpenîtiyê” heye nedan Serokê ÎHD’ê Mûşê parêzer Vedat Şengol. Piştî ku li cenazeyên 18 kesên ku li sergoya cem Fermandariya Cendirmeyan a navçeya Motkiyê ya Bedlîsê derket, Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan der barê mijarê de daxuyniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “wêne, raporên otopsiyê û ruhsatên lêpirsinê girtinameyên definkirinê yên kesên ku hatine definkirin li Şaredariya Motkiyê ye.” Li ser vê yekê ÎHD’a Bedlîsê ji bo girtina wêneyan serî li dozgeriyê da. Dozgeriya Komarê ya Motkiyê bi hinceta ku der barê dosyayê de biryara “nepenîtiyê” heye wêne neda ÎHD’a Bedlîsê
268
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Bir Cevap Yazın