![]() |
|
||||
Yildiz Gultekîn | |||||
yildizgultekin@hotmail.com | |||||
Ne tenê ez, hemû kes car caran ji mala xwe derdikeve, yan diçe mala cîranên xwe, yan jî li dereke din, an jî ji riyeke dûr tên mala xwe | |||||
Ne tenê ez, hemû kes car caran ji mala xwe derdikeve, yan diçe mala cîranên xwe, yan jî li dereke din, an jî ji riyeke dûr tên mala xwe. Dema mirov diçe derekê, ger ew der bûyer baş bû, mirov naxwaze zû bi zû vegere. Mala Siltê pir dûrî mala min e, mala min li seriyekî gund e, mala Siltê jî li seriyê din e. Dema em diçin ba hev û tên, şeva tarî em dernakevin li ser riyan, hema em li ba hev dimînin, sibetirê em xatir ji hev dixwazin û diçin malên xwe. Her tim ez û Simbil, an jî jinên din, em bi hev re diçûn û bi hev re vedigeriyan, dema em diçûn û dihatin, henek û laqirdiyên me di nava tariya şevê de winda dibûn. Êvara çûyî, hema dilê min xwest ku ez biçim cem Siltê. Ev çendeke min qet halê wê pirs nekiriye, gelo rewşa wê çawa ne! Xwarina wê heye, lazimiyeke wê heye an na! Ez rabûm, min nava tûrikî tijî erzaq kir, derî dada û min berê xwe da mala Siltê. Dema ez ji mal derketim hêj tarî ne ketibû erdê. De nizam li mala Siltê dem çawa derbas bû, vir de, wê de me qala ciwantiya xwe, qala demên berê kirin. Dem çawa derbas bû em pê ne hesiyan. Paşê min got dereng e, ez rabûm biçim mala xwe. Siltanê got: “Dereng e, tarî û şevares e, neçe, îşev li ba min bimîne, sibe zûtirê biçe mala xwe. Min got na, tişt nabe, mala min ew qasî dûr nîn e, rê bide min ez biçim. Siltana feqîr kir û nekir ez wê şevê derketim rê. Dema ez ji mala wê derketim, hema lez û bez ketim nava rê. Dema ez hatim nîvê rê, tirsek ket dilê min, qeratiyek li dû min dihat, tenê dengê dilê min dihate min. Hêdî hêdî dengekî din jî hate ber guhê min, çend caran ez li paş xwe zivirîm, lê min kesek nedît. Hema ez li kêleka dîwarê Mala Heco de xwar bûm, ew qeratiyê li paş min destê xwe avête milê min. Ez bizdiyam, ji tirsan dengê min jî derneket. Tenê min got birako tu kî yî? Got metirse ez tu zirarê nadim te, ev çendek e, dema min tu li ber xermanê dît, xew ji min re heram bûye, jiyana min tevlihev bûye, demeke ku ez te ji aqilê xwe derxim tuneye, çend caran min xwest ez vî dilê xwe ji te re vekim bila derdê min ji te re bêje. Min wiha li wî mirovî mêze kir, tu dereke wî ye xilo-xaro tune ye, ser û cilên wî baş xuya dikin. Ew cotên çavên ku di tariyê de li min dinihêrin weke heyva li asîman dibiriqin. Ez hem tirsiyam, hem jî kêfa min hat. Min go tu kî yî! Çi karî dikî! Xuya ye tu ji van derdoran nînî. Got erê, ez tucar im, ev çend roj in ji bo karekî hatime vê derê, lê wan rojên hanê min tu dît, ew roj ev roj e xew nakeve çavên min, dest û lingê min diricifin, dilê min dike pirte pirt. Min nexwest ez bi roj bêm pêşiya te. Ez çi zanim roj nîvro hinek min û te li ba hev bibînin xweş nabe, ji bo wê ez li benda tariyê sekinîm, dema tu çûyî mala cîrana xwe, min got heta sibê be jî ez ê li vir bendê bisekinim derdê dilê xwe jê re bêjim. Lê heger min tu tirsandî, min bibexşîne. “Weyy li minê, keçê Gulîzer, xwelî serê, di vê deman de mêrên wiha jî mane! hela mêzeke şekir û hingiv li devê wî dirije”. Min qet beşera xwe xerab nekir. Min got: Ez te nas nakim yek, di vê şeva tarî de te ez tirsandim dido, niha bi riya xwe biçe û min jî bîr bike sisê. Ez bi lez û bez çûme malê. Lê dengê tirpiniya dilê min heta serê sibê nesekinî. Ew şev ez hem gelekî tirsiyam û hem jî piştî çend salan careke din dilê min kire pirte pirt. Niha ez ji berê zêdetir kêfxweş im. Lê ev kêfxweşiya min bala Simbilê û bala cîranên min ê din dikişîne. Dîsa jî ew tirsa şevê din dilê min hejand… |
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Bir Cevap Yazın