Serdana sersaxiya malbata Çetîn ê HPG’î didome
Endam û nûnerên saziyên sivîl û civakî, ên Êlihê, konê sersaxiyê yê ji bo Şaban Çetîn (Sîdar) ê HPG’î ku di sala 1996’an de jiyana xwe ji dest dabû hatibû vekirin, ziyaret kir
08/02/2011
Endam û nûnerên saziyên sivîl û civakî, ên Êlihê, konê sersaxiyê yê ji bo Şaban Çetîn (Sîdar) ê HPG’î ku di sala 1996’an de jiyana xwe ji dest dabû hatibû vekirin, ziyaret kir.
Şaban Çetîn (Sîdar) ku di sala 1996’an de di nava PKK’ê de bû Li Amedê di encama pêvçûnek de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Çetîn, piştî nû agahî stendin, li gundê Demîr ê navçeya Bismîla Amedê konê sersaxiyê vekir. Konê sersaxiyê ku ji hêla gelek kesan ve tê ziyaretkirin. Nûner û endamên rêxistinên civakî û rêveberên BDP’a Êlihê, çûn serdana sersaxiyê. Di nava komê de Hevserokê BDP’a Êlihê Şehmus Aslan, Serokê MEYA-DER’a Êlihê Rifat Başalak, endamên meclisa şaredariya Êlihê û rêxistinên civakî yên sivîl jî hebûn gelek kesan kon ziyaret kir. Di konê sersaxiyê de Şehmus Aslan, axaftinek kir û diyar kir lêxwedîderketina gelê kurd a li ciwanan ji aliyê hin kesan ve nayê tehamulkirin.
Aslan, da zanîn ku destê gelê kurd a aştiyê her tim li hewa maye û wiha got: “Gelê kurd dê her tim li şehîdê xwe xwedî derkeve. Êdî gelê kurd dê nirxên xwe biparêzin.” Aslan, xwest herkes baş zanibe ku gelê kurd her tim li nirxê xwe yê bi hêza xwe derxistiye holê, xwedî derketiye û dê xwedî derkeve. ÊLIH – DÎHA
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Bir Cevap Yazın