Rojnemaya Postayê protesto kirin
Li Riha, Wan û Manîsayê rojnameya Postayê hate şermezarkirin û hate xwestin ku gelê kurd rojnameyên tirk boykot bikin
02/02/2011
Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Wanê, Tum Bel-Sen a Rihayê û BDP’a Manîsayê nivîskarê rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik şermezar kir û ji hemû kurdan xwest ku rojnameya Posta û hemû weşanên Koma Dogan boykot bikin.
Endamên Meclisa Jinan a konseya Bajar a Wanê li ber Adliyeya Wanê hatin cem hev û heta ber nûnertiya Ajansa Nûçeyan a Doganê meşiyan. Endamên Platforma Şaxên KESK’ê jî piştgîrî dan meşê û çelenga reş danîn ber avahiyê. Li ser navê jinan Endama Meclisa Jinan Perîhan Dostgul daxuyanî xwende û Nivîskarê Rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik û rojname şermezar kir. Dostgul wiha got: “Her tim kurd rastî asîmîlayon û înkarê hatin. Kurd her tim wekî kesên cahil, êrîşkar, bêperwerdehî hatin dîtin û bi vê yekê heqaret li kurdan hate kirin. Ev helwesa rojnameyê ya li dijî kurdan dide nîşan.”
DEST JÊ BERNADIN
Dostgul, anî ziman ku raman Koma Doganê û ramana kesên ew nîvîs nivîsandî wekî hev in. Dostgul, da zanîn ku nîvîskar lêborîn kir lê ev yek wekî ramana “Bêbextiyê” ye wiha pê de çû: “Gelê kurd li gel hemû zext û zordariyan heta niha dest ji ziman û çanda xwe bernedan e. Niha şûnde jî teqez dest ji jêbernadin. Em îro Candaş Tolga Işik ê bi ramanekî reş dixwaze bihije astekê şermezar dikin. Em dixwazin rojnameya Post û Koma Dogan ya pêvîst bikin. Her wiha em dixwazin gelê me hemû weşanên wisa protesto bikin.” Piştî daxuyaniyê kom belav bû.
ŞERMEZAR KIRIN
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayên jî nivîskarê Rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik hate protestokirin.
Girseya ku hate cem hev di pêşengeniya Tum Bel-Senê de hate protestokirin. Girseya kul i ber şaredariyê hatin cem hev dest bi meşê kirin û li Dortyolê daxuyaniyek dan. Dowîzên wekî ‘Bê şeref Candaş’, ‘Candaşê qirêj’ hildan. Her wiha nûnerên Tum Bel-Senê Muhlîs Albay daxuyanî xwend û diyar kir ku demildest ji gelê kurd lêborînê bixwazin û got ku bila rojnameya Posta û Weşanên Dogan bên protestokirin.
BDP’a Manîsayê jî li ber avahiya BDP’ê daxuyaniyek dan. Nûnerên BDP’ê tevli daxuyaniyê bûn. Serokê BDP’ê Kerem Taylan axivî û diyar kir ku gotinên ku Tolga Işik vegotine, bêtehemuliya li hemberî kurdane.WAN – RIHA – MANÎSA – DÎHA
521
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Bir Cevap Yazın