Rewşa Lîbyayê aloztir dibe |
|
|
Amerîkaya ku serkêşiya êrîşan dikir niha xwe vedikşîne, Tirkiyeya ku li dijî êrîşan bû niha di rêveberiya êrîşan de ye, nerazîbûna Lîbyayê jî li dîjî durûtiya hikûmeta tirk zêde dibe |
07/04/2011
|
|
Di vê dema dawî de wiha xuya dike ku dê rewşa Lîbayayê aloztir bibe. Amerîkaya ku di destpêkê de serkêşiya êrîşên li dijî Lîbyayê dihat meşandin dikir niha hêdî hêdî xwe ji vî şerî vedikşîne. Her wiha Tirkiyeya ku di destpêkê de li dijî êrîşên NATO’yê û mudaxeleya Lîbyayê derdiket niha di nava rêveberiya êrîşên NATO’yê de cih digire. Ev siyaseta Tirkiyeyê ya durû û nêzîkatiya wan a ji guhertin û raperînên ku Rojhilata Navîn diqewimin hêdî hêdî deşîfre dibin. Li Lîbyayê ev helwesta hikûmeta tirk bi tundî ji alî rêveber û gelên Lîbyayê ên li dijî rejîma Qedafî hatin şermezarkirin û bang li Tirkiyeyê hate kirin ku helwesta xwe zelal bike.
Yek ji rêveberên muxalefeta Lîbyayê wiha got: “Pêwîst e ku Tirkiye aliyê xwe zelal bike, yan li kêleka rejîma Qedafî raweste yan jî li dijî wî. Êdî gelê Lîbyayê vê siyaseta durû ya hikûmeta tirk qebûl nake. Nerazîbûnên gelê Lîbyayê li Bîngazî derketin asteke bilind û bi sedan kes li ber sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Bîngaziyê kom bûn û nerazîbûna xwe li dijî vê siyasetê anîn ziman. Her wiha wekî bertek nerazîbûna xwe ji lihevkirina bi riya Tirkiyeyê anîn ziman û gotin li şûna Erdogan van şîretan li me dike bila here bi PKK’ê re li hev bike.
Di civîneke çapemeniyê de serfermandarê artêşa rizgariya neteweyî ya muxalifên Lîbyayê Abdulfetah Yunus hin daxuyaniyên giring dan. Yunus rexneyên giran li hêzên NATO’yê kir û karê wan wekî meşa kûsî nirxand. Ji aliyekî din ve berpirsekî hêzên NATO’yê da xuyakirin ku wan ji sedî 30 ji hêzên girêdayî serokê Lîbyayê Muemer Qedafî têk birine.
Yunus di civîna çapemeniyê de ya ku Bîngaziyê hate lidarxistin got ku karê NATO’yê gelekî giran dimeşe û wiha berdewam kir: “Dema ku hêzên Qedafî êrîş dikin û piştî ku haya rêveberiya NATO’yê jê çêdibe, 7-8 seat derbas dibin heta ku balafirên wan tên, bêguman ew hêzên Qedafî ewqas dem li hêviya wan dê ranewestin û heta ku tên Hêzên Qedafî xwe digihînin nava bajaran û wan bajaran dixin bin destê xwe.”
Abdulfetah Yunus li ser rewşa bajarê Misratayê jî bi taybetî rawestiya û got ku ew bajar rastî komkujiyan tê, her wiha got ku heke hêzên NATO’yê bixwazin dikarin Misrata ji destê hêzên Qedafî derxînin lê bi behaneya ku wê tada li sivîlan were mudaxele nekirin. Yunus ji aliyekî din ve li ser cudahiya mezin a di nav îmkanên wan ên leşkerî û îmkanên di destê artêşa Lîbyayê de û wiha got: “Artêşa girêdayî Qedafî xwedî çekên nû ye û ew çek û tankên nû yên di destê wan de hene li ba me tune ne.” Yunus bang li hêzên Rojava kir ku muxalefetê nas bikin û alîkariya çekan bi wan re bikin da ku bikaribin li dijî hêza Qedafî rawestin. Ji aliyekî din ve Yunus da xuyakirin ku artêşa girêdayî Qedafî sûcên şer û sûcên mirovahiyê dikin û bal kişand ser rewşa bajarê Misratayê û li gor idiaya wî hêzên Qedafî li şûna ava vexwarinê ava kanalîzasyonê ji bajêr re dişîne û li bajêr xwarin û vexwarin pir kêm bûye.
Her wiha nûnerê serokê Amerîkayê Barack Obama li Bîngaziyê bi endamên Meclisa Neteweyî re hevdîtinan pêk tîne û dê bi wan re goftûgoyan bike. Ev gav wekî rêvekirina li pêşiya naskirina Meclisa Neteweyî tê nirxandin ku heta niha ji aliyê hin welatan ve hatiye naskirin.
|
Bunu beğen:
Beğen Yükleniyor...
İlgili
Nisan 7, 2011
Kategoriler: HABER . Etiketler:Rewşa Lîbyayê aloztir dibe . Yazar: amedtimes
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Comments RSS
TrackBack Identifier URI
Bir Cevap Yazın