Li Stenbolê beraet li Amedê muebet!
Endamê Komîsyona Hilbijartina DTP’a hate girtin Ramazan Morkoç ku li ser navê doza KCK’ê tê darizandin, ji doza ‘Endamê rêxistinê ye” li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate darizandin
22/01/2011
Endamê Komîsyona Hilbijartina DTP’a hate girtin Ramazan Morkoç ku li ser navê doza KCK’ê tê darizandin, ji doza ‘Endamê rêxistinê ye” li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate darizandin. Heyeta dadgehê diyar kir ku Morkoç ne endamê rêxistinê ye û beraat kir. Ligel ku 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê biryara beraatê da jî dîsa Morkoç li Amedê girtî ye.
Endamê Komîsyona Hilbijartina DTP’a hate girtin Ramazan Morkoç, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” dihat darizandin. Di dosyayê de vegotinên Recep Sade, hevdîtinên telefonan, daketin û derketine derveyî welat wekî delîl hatiye nîşandan. Dema ku doza li Stenbolê hate dîtin 14”ê avrêla 2009’an li hemberî siyasetmaderên kurd li ser navê “KCK” operasyona binçavkirinê hate kirin. Morkoç, di çerçoveya operasyonê de hate girtin û li gorî benda 302’an a “Sûcên li dijî yekitiya dewletê “û bi heman sûcdarî û delîlan li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hate vekirin. Morkoç, bi heman hincetê li her du dadgehan wekî “mukerrer” hate darizandin, doza wî ya li 13’emîn Cezayê Giran a Stenbolê bi encam bû. Morkoç, ji doza li Stenbolê hate dîtin beraat kir. Lê doza wî ya Amedê ku bi heman hincetê tê darizandin, didome.
Balkêşe ku doza bi heman hincetan hatiye vekirin, li her du dadgehan pêkanîn cûda tên kirin. Li Stenbolê bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” doz hatibû vekirin bi heman hincetan bi îdiaya “Bi rêvekirinê endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Doza ku li Stenbolê hatibû vekirin der barê Morkoç de 15 salin cezayê girtîgehê tê xwestin, ya li Amedê jî der barê Morkoç de muebeta giran tê xwestin. Dadgeha Stenbolê biryara berdana Morkoç da lê ya Amedê ev 2 sale Morkoç darizîne. 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi hinceta “ji bo sûcê delîl têrî nake” û biryara beraatê da. Lê ya Amedê ji bo girtina wê delîl têrî dît. AMED
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Bir Cevap Yazın