![]() |
|
||||
Yildiz Gultekîn | |||||
yildizgultekin@hotmail.com | |||||
Di dinyayê de çiqas mirovên ecêb hene. Di nava van mirovan de jî leyloyeke me jî heye. Navê wê Leyla ye, lê em kurtasî dibêjin Leylo | |||||
Di dinyayê de çiqas mirovên ecêb hene. Di nava van mirovan de jî leyloyeke me jî heye. Navê wê Leyla ye, lê em kurtasî dibêjin Leylo. Leylo dema bû qîzeke xama, em pir bi ber wê diketin. Keçikek gelek mulahim û bê deng bû. Me hemûyan digot, gelo Leylo dê bibe bûka kîjan malxirabê! Çimkî wê pir giran hereket dikir, dema destê xwe diavêt karekî, xelasbûna wî karî tunebû, sibê heta êvara derengî wê ew karê li ber destê xwe nediqedand. Hemûyan kar û barê dinyayê diqedandin, lê yê wê nediqediya ye. Heta êvarê ew karê li ber destê wê dikir zarînî û digot: “De zû bike, min biqedîne”. Leylo tim û tim difikirî hatin û çûna bi xelkê ra mijûl dibû. Tu carî xema wê nîn bû ku ew karê xwe biqedîne û dest bi karekî din bike. Dema em diçûn bêriyê, hemû qîz û bûkan bi hezaran pez didotin, Leyloya me hêj nû destê xwe diavêt guhanê mîhekê. Em heta derengî li benda wê disekinîn, an jî her yek me bi aliyekî de dest diavêt guhanê pezê wan ji bo ku em zûka biqedînin. Ji bo şîrê me li ber tava havînê tirş nebe. Ew dem îcar radibû digot, “heeey loo, dema ez bi serê xwe diçim bêriyê, navbera saetekê de hemî pezî didoşim û vedigerim malê. Niha hûn li cem min in û bi min re dikevin kêf û henekan lewma ez karê xwe dereng diqedînim.” Me jî ji mecbûrî digot erê, rast e. Em te didin sekinandin, ji xwe tu keçikek pir jîr î. Her roj karê me bi Leylo re ev bû. Ger em bi wê re neketibana kêf û henekan, wê kar û barê xwe zû biqedanda, em çi bikin, hema bila gotina wê be. Dem derbas bû, rojek hat, li gundekî dûr xwazgîniyên Leylo hatin. Jixwe diya wê jî digot, keça min hinekî dest giran e, ji ber vê jî tu kesekî gundiyên me keça min ji xwe re nake bûk, hema bila biçe gundekî xerîb çêtir e. Roja xwazgîniyên wê hatin, Leylo ket nava kêf û esqeke mezin, xwe xemiland. Cilê xweyî reng bi rengî li xwe kir, destmala laylon da serê xwe, der û dora malê gêzï kir, vêdroka avê da destê xwe û çû ser kaniyê. Em hemû keçik jî li pey wê çûn, me dixwest ka ew xortê dilê xwe avêtiye Leylo kî ye! Em çûne serê kaniyê, Leylo sûretê xwe sor û zer kiriye. Dev dikene, çav dibiriqin, pirte pirta dilê wê ye. Me xwest em jê pirs kin ew lawik kî ye. Hêj me devê xwe venekir, berê xwe da me, got: Hûn hemû hesûdiyê dikin, çimkî di nav van qîzên êla me de tenê xwazgîniyên min hatin, lewma hûn çavnebariyê ji min dikin. Em hemû di cihê xwe de cemidîn. Ev keçika gêj çi dibêje! Hema Cilguliyê destê xwe avête nava porê Leylo, derdora xwe bir û anî û virvirand nava çayira şil. Hema Leylo li ser qûna xwe kete nava wê çayira şil û hezek, me xwe gihande wan herduyan. Ji hevdu veqetand, dest û piyên Leylo şûştin, demekê li ber tavê ma, ser û cilên wê ziwa bûn. Lê dayê Leylo dest giran e feqet, zimanekî diiiirêj di devê wê de ye. Ew ziman jî nasekine, çend heban jî milên Cilguliyê girtine ku careke din wê navêje nava çayira şil. Ew bû me devê Leylo girt, vêdroka avê da destê û rêkir, ew xwazgîniyên Leylo jî di aliyê din ve derbasbûn û çûn, ew jina ku hatibû xwazgînî awirek da Leylo. Devê xwe vekir, got, tey loloooo, waye hê jî nikare tasek av bide mêvanên xwe, wê çawa xizmeta mêvanên mala min a giran bike! Leylo pir hêrs bû, kevirekî mezin da destê xwe li dû wan virvirand. Ew kevir tam çû li orta pişta jinikê de ket. Leylo ew bersiva jinikê dayê, got, tu dua bike hevalên min ez derengî xistim, ne xwe ger ez bibûma bûka te, wey rebenê wê çawa bûya halê te gelo! Vegeriya çû stûyê Cilguliyê hembêz kir, got tu min bibexşîne, ew gotinên min ji bo te gotin hemû jî derew in. Xwezî hemû kesî bi me, hevaltiyên wan jî wekî me bibûna. Ew roj ev roj e, çend caran em bên cem hev, wê bûyerê em ji bîr nakin. Piştî wê demê şunde, di aliyê kar û baran de kesek ne digihîşt Leylooo. |
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Bir Cevap Yazın