Kapîtalîzm krîza civakî ye

Kapîtalîzm krîza civakî ye
13/01/2011 – 07:54

Abdullah Ocalan
Çawa ku tê zanîn, nîzama sermayedariyê berhemê kapîtalîzma çarsed salên dawiyê nîne, berhemê şaristaniya dewletdar a pênc hezar salî ye.
Çawa ku tê zanîn, nîzama sermayedariyê berhemê kapîtalîzma çarsed salên dawiyê nîne, berhemê şaristaniya dewletdar a pênc hezar salî ye. Berhemê zêde yê bi cotkariyê derket holê bingehê madî yê pêkhatina sermayê ye. Rêxistiniya xwe ya destpêkê di zemînê perestgehan de meşandiye. Di vê sîstemê de li qatê jor xwedê ango rêveberê jor hebû, li qatê navîn hêza rewaker rahib ango alîkarê rêveberê jor; qasidê têkiliyên evdan û civakan hebû, li qatê jêr jî koleyên bi nanozikê dixebitîn hebûn. Vê sîstemê heta roja me ya îro timî xwe mezin kir, pir kir, cihê kir û li xwe zêde kir û hat. Li gorî analîza dawî bajarbûn, çînayetî û dewletbûn berhemên berhemê zêde ne. Civak berhemê zêde pir dike û timî li ser vî hîmî kar dabeş dike, qonax bi qonax dike, bi hêzê techîz dike, dixe pozîsyona êrîş û parastinê û ev hemû diyardeya şaristaniyê îfade dikin û ev yek jî têkiliya wê ya bi sermayê re aşkera nîşan dide. Di çarçoveya maneyeke teng de xwe weke ekonomiyeke di demên kin de pir dike, bi nav dike û di çarçoveya maneyeke fireh de xwepirkirina wê xwediyê heman maneyê ye. Çawa ku komkirina rojane ya bazirgan sermaye be, berhemê zêde yê yekdestdarê axê ango dewleta cotkariyê jî bi hêsanî mirov dikare weke sermayeyê bi nav bike.
Dîrok nîşan dide ku serdema bazirganiyê ji şaristaniyê hînê demdirêjtir e, û ji serdema Ûrûkê B.Z. 4.000 salî heta roja me ya îro ango şeş hezar salî ye. Şaristaniya bazirganiyê li gorî şaristaniya cotkariyê di dereceya duyemîn de maye, û ji aliyê zeman û mekan ve car caran rê li şaristaniyên bi heybet ên bajaran vekiriye, lê di nava civakan de zêde eleqe nedîtiye. Di vê de karektera wê ya di karê de îstîsmarker bi roleke girîng radibe. Zêdetir di goşeyên tenha û dehlîzên dîroka civakî de ji xwe re cih dîtiye. Di tevahiya serdemên şaristaniyê de mezinbûna xwe misêwa dewam kiriye. Sektora bazirganiyê di dîrokê de cara pêşî P.Z. di navbera sedsalên 13-16’an de li bajarên Îtalyayê, di navbera sedsalên 15-18’an de li tevahiya bajarên Ewropayê dibe hêzeke hegemonîk û di derketina şaristaniya Ewropayê de bi roleke bingehîn radibe. Tevî ku di civaka nû de dibe aktor, platforma siyasî jî dixe bin bandora xwe. Talanên mêtinkariyê û yekdestdarên mezin ên bazirganiyê di zêdebûna sermayê de bi roleke diyarker radibin. Zanîbû çawa tevgerên Ronesans, Reformasyon û Rohnîbûnê bixe bin bandora xwe.
Di sedsala 19’emîn de bi şoreşa pîşesaziyê re endustrî bû qada bingehîn a kara sermayeyê. Kengî hilberandin, gera sermayeyê û bikaranîna mal ket kontrola yekdestdarên pîşesaziyê, ev yek bû asta herî jor a şaristaniya Ewropayê. Vê rewşê li hundir rê li çînayetiyê, li derve jî rê li şerên rizgariya neteweyî vekir. Îdeolojiya hegemon a sîstemê herdu tevgerên berxwedanê di berdêla tawîzên hundir ên sîstemê de bê tesîr kirine. Di dawiya sedsala 20’emîn de di serî de pirsgirêkên hawirdor û bajaran, krîzên endustriyalîzmê rê li wan vekirine êdî xwedî karekterê avabûnê ne. Encama vê jî serdema fînansê bû. Ev serdema ku sermaye ji hilberînê û pere jî ji rezervên xwe yên zêr xilas bûye û bi temamî bê serobinî bûye, veguheriye krîza topyekûn a pêvajoya şaristaniyê. Potansiyela civakî ya sermayeyê qediyaye û xwe weke sîstemên ferazî nû dike û hewl dide dewam bike. Nîzama kar-sermayeyê ya ketiye rewşa ku xwe dispêre qeydkirina kaxizan, misêwa hewl dide biceribîne civakê bi krîzan bê refleks bihêle. Diyardeya jê re pêngava global a sêyemîn tê gotin, ya rastî qonaxa sêyemîn û dawî ya şaristaniyê ye. Ev jî bi qonaxa pêsîrtengiya strukturel re eleqedar e.
Di cih de ye ku em serdema kapîtalîzmê weke krîza civakî bi nav bikin. Me weke tezeke bingehîn destnîşan kir ku ji kapîtalîzmê re şaristaniya ekonomîk tê gotin, lê ew ekonomî nîne, yekdestdariyeke hêzê ye, ji derve tê, xwe ferz dike û nabe rewa bê qebûlkirin. Li ser diyardeyeke mîna civakê ya ji yekparebûna koman pêk hatiye, hêzeke mîna kapîtalîzmê herî egoîst, berjewendîperest û şerûd serdestiya xwe çêkiriye û ev jî di dîrokê de rewşeke ‘awarte’ ango ev jî dikare rewşeke bi krîz îfade bike. Serdema fînansê dihêle ku ev rastî ji gelek aliyan ve û di her parçeyê civakê de xwe nîşan bide. Eger sîstem misêwa terorê diafirîne, beşê mezin ê civakê bê kar dihêle, karkeriyê jî weke şêweyekî bêkariyê bi kar tîne, rê li civaka girse û keriyan vedike; sinaet, seks û sporê dike endustrî, û desthilatdariyê bi heta demarên zîro yê civakan belav dike, ev hemû nîşan didin ku sîstem xilas bûye, qediyaye. Hewa û atmosfereke wiha hatiye afirandin ku mîna tevahiya dîrokê û paşeroj bi tenê li ser hîmê sermayayê dikare hebe.
Sektora jê re medya jî tê gotin, rola wê ya sereke ew e ku vê civaka ferazî û sîmulakr mîna rastî be nîşan bide. Civaka divê bijî û pêk bê jî misêwa bêber, xeyalî û utopîk tê nîşandan û li derveyî rojevê tê hiştin. Sermaye, ne weke tê zanîn ekonomî ye, berevajî li serê ekonomiyê piçikiye û bûye bela. Ew têra xwe ji rê derxistiye, li şûna madeyên pêdivî bi wan heye ketiye wan qadan ku tê de kara xwe mîna gidîş û lodan zêde kiriye, ev yek bi çavsorî û çavkorî kiriye, ji ber ku ew nîzameke şîdetê û yekdestdariyeke hêzê ye.

Yorum bırakın

Henüz yorum yapılmamış.

Comments RSS TrackBack Identifier URI

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s