![]() |
|
||||
Abdullah Ocalan | |||||
Eger em pêkhatina desthilatdariyê di tevahiya dîrokê de ji hev dernexînin em nikarin xebateke baş û tekûz a sosyolojîk bikin | |||||
Eger em pêkhatina desthilatdariyê di tevahiya dîrokê de ji hev dernexînin em nikarin xebateke baş û tekûz a sosyolojîk bikin. Zanistên civakî yên dixwazin bi têgihiştina zanistên pozîtîvîst ango bi paradîgmaya wê pêşde bibin, bi temamî asê bûne. Naxwe em nikarin diyardeya mêtinkarî û şer a ev çend mezin bûye rave bikin. Nabe ku zanyarek herî kêm bi qasî alimekî dînî û exlaqparêzekî berpirsiyar nebe. Eger zanist ji mîtolojî, dîn û felsefeyê zêdetir xwediyê hêza maneyê ye û tevî ku şoreşa xwe di sedsala 17’emîn de kiriye û serketina xwe îlan kiriye, çima nikarîbû vê serdestiya xwe li hemberî diyardeya şer û mêtinkariya nedîtî nîşan bide? Mirov dikare di desthilatdarbûna zanistê de vê yekê weke sedem nîşan bide. Zanista bibe desthilatdar azadiya xwe ji dest dide. Eger em zanistê weke şîroveya pêşketî ya maneyê bi nav bikin, em ê ev çend bi lez yekbûna wê bi desthilatdariyê re yan li ser navê zanistê weke têkçûnê yan jî em ê weke pirsgirêkeke cidî ya bi navkirina zanistê fêm bikin. Min xwest ez têkiliya vê pirsgirêkê bi pozîtîvîzmê re deynim. Tevî ku ew bi xwe dîn gelekî rexne jî dike, pozîtîvîzm ji dîn û metafizîkê jî paşdetir bi materyalîzmeke çor di zikhev de dîn û metafizîkek e, û ev yek xwe di asta bêberpirsiyariya wan de bi awayekî aşkera nîşan da. Nîşanên bêberpirsiyariya wan ev in; li dijî mêtingerî û şer tu tişt nekirin, ew pirsgirêkên xwe jî nehesibandin û paşê jî zanista desthilatdariyê bûn. Ji vir encama divê em derxin ew e ku zanist hewcedarî şîroveyeke nû ya maneyê ye. Zanist hewcedariya xwe bi şoreşeke nû ya paradîgmatîk heye. Min hêza xwe ya şîroveyê weke bi cihanîna qabîliyeta xwe ya maneyê di vê xebatê de ceriband. Encam bi vê ceribandinê re têkildar in. Divê mirov desthilatdariyê weke rêûresmekê bifikire. Yek ji rêûresmên herî qedîm e. Bi tevahî yekparebûneke çalakiyan nîne ku rojane li ser civakê hukmê xwe yê hin tiştan biwelidîne hebe. Divê mirov baş fêm bike ku desthilatdarî bi serê xwe dewlet nîne. Yek ji hîmê şaşiyên gelek caran tên kirin ew e ku desthilatdarî weke dewletê û şêweyên wê tê binavkirin. Jixwe hin caran çalakiyên şeran ên zêde li ber çavan û beloq ku bi kirinên desthilatdariyê re dikin yek û pêşkêş dikin, ev yek ji şîroveyên herî oportunîst ên der barê desthilatdariyê de ne. Min têgîna ‘zilamê bihêz û xasûk’ weke formekê bi kar anî. Çawa ku di nava piyaseyan de behsa ‘destekî veşartî’ tê kirin, ev jî tiştekî wisa ye. Lê ji bo mirov bingehê desthilatdariyê fêm bike, ez yeqîn dikim ku di warê hînkirinê de qîmeteke xwe ya mezin heye. Hin caran xwe aşkera didin der û bi piranî di bin rûyê aşkera yê civakê de têkiliyên desthilatdariyê datînin, yên van têkiliyan datînin û xwediyên van têkiliyan avakerên desthilatdariyê ne. Desthilatdarî yek ji wan diyardeyê civakî ye ku her tim domdar e, û xwe zêde dike. Zilamê jin kedî kir, belkî jî yek ji wan kesên pêşî ye ku di vê de herî zêde xwedî par e. Şamanîstan li ser hêza maneyê yekdestdarî ava kir, bûn rahib û pê re nasnameya dînî bi dest xistin û di pîrozkirina hêza aşkera ya desthilatdariyê û dayîna wê ya xisleta esrarengî de bi tesîr bûn. Mirov dikare bi tevahî têgînên xwedabûnê û mîtolojiyên desthilatdariyê bi vê grûbê ve girêbide. Vegotina dînî û mîtolojîk bi piranî di avakirin û rewakirina desthilatdariyê de pir bi tesîr e. Di rejîma bavan a hiyerarşîk de sêberiya rahib + rêveber + fermandar ew kom e ku ji bo di nava civakê de zemînê desthlatdariyê bi awayekî berfireh pêk bê, bi roleke girîng radibe. Di textdanîna pêşî ya desthilatdariyê de ew afirînerên vê rêûresmê sembolîze dikin. Ji vê demê nîşaneyên bi hêz ên desthilatdariyê mane û bi têgînên weke xwedayetî, text, bilindbûn, jihevqutbûna mirov û xwedê, biçûkxistina xwedawendan û evdîtiyê têne îfadekirin. Desthilatdariya dewletê, şêweyekî berçav û mayînde yê desthilatdariyê ye, li ser zemînê hiyerarşîk û kedîkirina jinê û kolekirina evdîtiyê pêk tê. Ev yek, birêkûpêkkirina têkiliyên desthilatdariyê yên li civakê berfirehbûyî, wan bike xwediyê asteke diyar a berpirsiyariyê û bi tesîrtir û ekonomîktir bikarînana wan, îfade dike. Desthilatdarî di nava xwe de dewletê dihewîne. Lê ya di nava xwe de dihewîne ji dewletê zêdetir e. Dewlet di dîrokê de ji wan saziyan e ku xwe herî zêde kirin têgîn û ji wan saziyên yekdestdar e ku dîrokê bi xwe dide destpêkirin. Di çarçoveya analîzên dawî de mirov dikare bibêje; hêza ekonomîk a civakê ya zêde dibe nahêle bikeve rojeva siyaseta demokratîk û weke hêza desthilatdariyê hewl dide yekdestdariya xwe ava bike û bi vî awayî hewl dide berhem û nirxên zêde desteser bike. Ji bilî vê her tiştê din ê bi dewletê re têkildar e, weke mîtolojî, felsefe, dîn, zanist, şer û siyaset têkiliya hemûyan bi vê armanca bingehîn re heye. Eger dewlet komunîst be jî encam naguhere. Dewlet û desthilatdarî di civakê de fermî dibin û rewabûna xwe pêşde dibin. Çalakî, şer û vegotinên civak dikarin manedar bibînin ji wan mijaran e ku herî zêde kesên li ser navê dewletê tevdigerin pê re têkildar dibin. Dewlet ji aliyê hiqûqî ve yekparebûna rêzik û pîvanan e. Rewşa bi pîvanan a rêûresmê ya bi hêzê palpiştiya wê tê kirin, dikare weke binavkirina dewletekê were bikaranîn. Di vê çarçoveyê de mirov dikare weke tevahiya têkiliyên neberçav ên pêşketî jî qebûl bike. Her çiqas dewlet weke dîn, despotî, qraltî, împaratorî, komarî, mutlaqiyet, neteweyî, çînî, etnîkî, hiqûqî, laîk, demokratîk û civakî jî were binavkirin û ji aliyê şiklî ve cihê bin jî di cewherê xwe de birêkûpêkirineke desthilatdariyê ne. Berçavbûyîna têkiliyan e. Kengî bajar ji aliyê civakî ve tevlihev bibin û di warê çînî de dabeş bibin, dewlet û desthilatdarî jî di pêkanînên xwe de bi rolên sereke radibin. Lê nabe ku mirov bajar bi tenê bi dewletê re yek bibîne. Hûrûkûrbûna dewletê li ser bajêr û di vê çarçoveyê de serdestiya wê bi awayekî berfireh li ser civakê şaristaniyê îfade dike. Rêvebirina dewletê ya bajêr hewldaneke cidî ya şaristaniyê ye. Gotineke din a berdêla şaristaniyê tê ‘medeniyet’ jixwe bajartî ye, û wesfên weke bajarî vê maneyê rave dikin. Hin xisletên şaristaniyê hene ji dewletê dibihurin. Têkiliyeke xwe ya xurt bi zeman û mekan re heye. Di nava xwe de hejmareke zêde etnîsîte, qewm, netewe, dîn, bawerî û fikran dihewîne. Dewlet kakilê şaristaniyê ye. Lê her tiştê wê nîne. Bajar jî ji bo dewletê mekanekî bingehîn e. Lê bajar jî bi tenê dewlet û heta desthilatdarî nîne. Şaristanî li mekan û zemanên cihê dikarin pir bibin. Mîna şaristaniyên Misr, Sumer, Pers, Greko-Romen, Xirîstiyanî, Îslam, Hind, Çîn, Aztek û Ewrûpayê. Ya ku hemûyan dişibîne hev bajarîtî, çînayetî û bajar e. Têkiliyên şaristaniyan ên hundirê xwe û di navbera xwe de li gorî naveroka wan a yekdestdariya aborî û siyasî, dikarin aştiyane yan jî şerane bin, dikarin vê weke parvekirineke adil qebûl bikin û li hev bên. Eger pê razî nebin, şaristanî ango dewlet weke amûreke dadê herî zêde serî li şer didin. Di navbera şer, şîdet, şaristanî, dewlet, dad û huqûqê de têkiliyeke xurt heye. Di cewherê xwe de civak û ferd li ser navê wan xwedî li çalakiyên wan derdikevin an jî kom û kesên din xwedî li çalakiyên wan ên ekonomîk, siyasî û îdeolojîk derdikevin. Şaristanî bi tevahî yekparebûna têkiliyên van rêûresm, sazî û pîvanan e. Dibe ku carinan li gorî pêkhatina şêweyê berhemê zêde û çînê jî bêne îfadekirin. Mîna şaristaniyên koledar, feodal û kapîtalîst. Jina kedîkirî + hiyarerşiya bavikan + dewlet + şaristanî = yekparebûna desthilatdariya ketiye serhevdu, formule dike ka çiqasî têkiliya hêzeke komple nîşan dide |
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Bir Cevap Yazın