Çima bexçeyê qereqolê nakolin!

 Çima bexçeyê qereqolê nakolin!

 

  

 

  

 

 Piştî gorên komî yên gelek endamên PKK’ê, siyasetmedarên kurd û kesên sivîl bi komî hatin veşartin hatin rojevê heviyên xizmên windayan ên digotin “goreke em li ser rondikên xwe bînin xwarê tune ye” zêde kirin

 

 
12/02/2011

 

 

 

 

Piştî gorên komî yên gelek endamên PKK’ê, siyasetmedarên kurd û kesên sivîl bi komî hatin veşartin hatin rojevê heviyên xizmên windayan ên digotin “goreke em li ser rondikên xwe bînin xwarê tune ye” zêde kirin. Di demên bûyerên kiryar nediyar li herêmê dihatin kirin ji bo tirs, zext û zordariyên li ser gel bînin gorên tomerî wekî raz dihatin veşartin. Di serî de Newala Qesaban û bi hezaran cihên gorên komî lê hene bi pêşengiya ÎHD’ê hatin tesbîtkirin li benda ku bi dozgeran re bên vekirin.
Rêveberê ÎHD’a Amedê Prz. Serdar Çelebî, piştî demên dawî gorên komî hatin vekirin xizmên windayan û gundiyên têkildarî gorên komî de agahiyan bidin dest bi hewildanan kirin. Çelebî, anî ziman ku vekirina gorên komî hêz dide mirovan. Çelebî, da zanîn ku serlêdanên ji ÎHD’ê re tên kirin li gorî par ji sedî sed zêdebûn e.
Çelebî, bilêv kir ku kesên agahiya wan bi gorên komî heye ji ber tirsê nedigotin û serî li komeleya wan dan û wiha dibêjin “Di wê demê de nêzî gundê me pevçûn derket. Piştî leşker çûn em çûm em cenaze veşartin” Çelebî, destnîşan kir ku piştî gorên tomerî derketin holê wehşata wê demê jî der dikev holê û ev êş dema ku gor vedibin xwe dubare dikin. Çelebî, diyar kir ku gelek malbat wê demê ji tirsê aqubeta zarokên xwe nepirsîn û gelek malbatan li gel zarokên xwe nasîn jî xwedî li cenazeyê wan derneketin.
Çelebî, da zanîn ku piştî serlêdan li ÎHD’ê hate kirin wan serî li dozgeriyê da û li ser vê yekê jî li Motkiyê kolandinan dest pê kir. Çelebî, anî ziman ku biryara veşarî ya li ser dosayayên gorên komî bêwate ye û wiha axivî: “Dosyaya li gorî daxwaz û cihên me nîşan dayîn hatin vekirin ji bo em negihîjinê biryara veşariyê danîn ser. Em nizanin bi kîjan armancê biryar girtin. Em bi dozger re diaxivin dibêje hinek belgeyên girîng di dosyayê de hene. Ji me re jî nabêjin. Em ji bo kesên ev 20 sal in li wir di wan gorên de ne dixwazin bên vekirin. Lê ji bo bûyerên 20 sal berê biryara veşariyê tê girtin. Disa me serî li dozgeriyê da li gorî gotinên şahidan di baxçeyê qereqolê de kesên hatine înfazkirin hene.
Çiqas rast e em nizanin lê dibêjin girtine û înfaz kirine. Divê rastiya vê yekê bê lêkolînkirin. Lê dozger li şûna baxçeyê qereqolê bikole, çû cihekî din kola. Tiştên ecêb tên hişê mirov. Gelo çima nekola? Gelo hêza wî têrê nekir? Gelo li baçxeyê qereqolê kolandin bi rîsk e?
Piştî çend rojan fermandariyê daxuyaniyek da û got ‘di dema ferehkirina kozikan de hestî hatin dîtin’ Di 29’ê çileyê de kolandina di bin berfê de bi bawerî nîn e. Divê dewlet û dozger piştî me cih tesbît kir li vê gorê xwedî derbikeve. Leşker ji bo hestiyên derdikeve dibêjin ‘hestiyên sewalan in’ Gelo eger rewş wisa be dê mirov çawa baweriyê bi we bîne? Divê êdî dewlet dest ji wan şaşiyan berde û bi awayekî baldar bi ser vê yekê de biçe”
Çelebî, anî ziman ku dozgerî ji gelek serlêdanan re zahmetî û astengiyan derdixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ji bo Farqînê serlêdanek kiribû. Gotibû hûn ne alîgir in û nikarin serlêdanê bikin. Lê li wir jî hestî hene û hestî li derve ne. Me got ‘Ji bo hestî winda nebin û kesek van hestiyan nebe me serî li we daye’.” AMED – DÎHA

Yorum bırakın

Henüz yorum yapılmamış.

Comments RSS TrackBack Identifier URI

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s