‘Tu ji bo mirinê amade yî?’ |
|
|
Cuneyt Aydinlar dema ku li Zanîngeha Stenbolê dixwend di 10’ê sibata 1994’an de hate binçavkirin û piştre jî tu agahî jê nehat girtin |
07/04/2011
|
|
Cuneyt Aydinlar dema ku li Zanîngeha Stenbolê dixwend di 10’ê sibata 1994’an de hate binçavkirin û piştre jî tu agahî jê nehat girtin. Aydinlar di sala 1991’an Zanîngeha Stenbolê qezenc kir. Aydinlar di dema zanîngeh dixwend bi aliyê muxalîf derket pê û ji aliyê polîsên Midûriyeta Şubeya Siyasî yên Gayrettepeyê di 10’ê sibata 1994’an de bi 14 hevalê xwe re hate binçavkirin.
Li gel bavê Aydinlar Abdulkadîr Aydinlar agahiya kurê xwe li Şubeya Siyasî ya Midûriyeta Gayrettepeyê di binçavan deye girt jî lê disa jî jê re gotin ‘Li vir kesekî wisa tune ye’ Abdulkadîr Aydinlar ji bo kurê xwe peyda bike goristan jî di nav de hemû cihan geriya. Abdulkadîr Aydinlar dema ku ji bo pirsa kurê xwe bike diçû emniyetê Serkomîserê Midûrê Şubeyê Ahmet Erkut jê re got ‘Kurê te dema birin da ku cih nîşan bidin di destê me de reviya û windabû’ Piştî dema binçavkirinê xilasbû di nav hevalên wî yên derxistin dozgeriyê de Aydinlar tunebû. Piştî polîsan got Aydinlar reviya Dozger Tolay di îdianameyê de ji bo Aydinlar biryara girtinê derxist.
‘DENGÊ ÇEKAN BIHÎST’
Malbata Aydinlar dest ji lêgerîna kurê xwe berneda. Malbat çû mala li taxa Çukurcumaya Beyogluyê. Xwediyê malê yê ku tirkî nedizanîn diyar kir ku polîsan Cuneytê 23 salî anîn malê û piştî lêgerînê careke din birin. Jina xwediya malê anî ziman ku piştî polîs çûn nêzî 10-15 deqeyan şunda dengê çekan bihîst û piştre careke din polîs hatin û li gel nivîsandin û xwendina wê tunebû hinek belge bi wê dan îmzekirin. Piştî salên borî malbatê serî li DMME’yê da lê ji ber ku 10 sal bi ser bûyerê de borîn e nehate qebûlkirin. STENBOL
|
Bunu beğen:
Beğen Yükleniyor...
İlgili
Nisan 7, 2011
Kategoriler: HABER . Etiketler:‘Tu ji bo mirinê amade yî?’ . Yazar: amedtimes
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Comments RSS
TrackBack Identifier URI
Bir Cevap Yazın