Ji 5 hezar dîlên azadiyê hişyarî |
|
|
Raperîna sivîl berfireh dibe. Sibê li Tirkiyeyê 5 hezar girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê bi boneya 4 daxwazên di çarçoveya ‘Raperîna Sivîl’ de bînin ziman ji bo hişyariyê dê 2 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin |
06/04/2011
|
|
Li Tirkiyeyê 5 hezar girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, ji bo 4 daxwazên gelê kurd ên di çarçoveya ‘Raperîna Sivîl’ bi cih bên ji bo hişyariyê dê 2 rojan dest bi gireva birçîbûnê bikin. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya, bi daxuyaniyek nivîski da diyar kir ku di çarçoveya ‘Raperîna sivîl’ de ji bo 4 daxwazên wan ên wekî ‘Bila astengiyên li pêşiya perwerdehiya kurdî bê rakirin’, ‘Operasyonên leşkerî û siyasi bên rakirin’, ‘Girtiyên siyasî serbest bên berdan’ û ‘Bendava hilbijartinê bê rakirin’ dê ji bo azadî û edaletê çalakiyê hişyariyê pêk bînin.
Kaya, bal kişand ser armanca gireva birçîbûnê û wiha got: “Em wekî girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê 5 hezar girtiyên PKK û PAJK’ê, ji bo li dijî polîtîkayên faşîst û nijadperestiye şermezar bikin û daxwazên gelê kurd ên rewa û mirovane bi cih bên di navbera piştî 7’ê nîsanê heta 2 rojan dest bi gireva birçûnûnê dikin.
‘POLÎTÎKAYA ÎMHAYÊ’
Kaya, destnîşan kir ku li dijî gelê kurd di sala 2011’an de polîtîkayên înkar û îmhayê di dewreyê de ye û wiha got: “Pergala serdest û metînger li dijî serokê me û gelê me polîtîkaya înkar û îmhayê daye destpêkirin. Serokê me rêber APO 12 sal in di nava tecrîda giran de tê girtin. Ev nêzîkatiya li dijî sinc û mirovahiyê her ku diçe girantir dibe. Li aliyekî li ser nirxên gelê kurd, li aliyê din jî welatiyên kurd êrîşên paşverû pêk tên. Em vê yekê bi zimanekî hişk şermezar dikin û van polîtîkayan qebûl nakin. Her roj bi sedan ciwanên kurd û zarokên kurd tên girtin û rastî îşkenceyê tên. Siyasetmedarên kurd tên girtin. Ev pekanîn ji serdema12’ê îlonê wêdetir e. Em li hemberî van polîtikayan bêdeng namînin.”
‘STARTA ÊRÎŞAN DA’
Kaya, diyar kir ku li hemberî çalakiyên gelekî ên demokratîk bi awayekî ‘wehşî’ êrîşî zarokan dikin û zarok, jinên pîr di erdê re dikişînin û nûnerên kurd rastî lîncê tên. Kaya, wiha got: “Rejîma metînger û nîjadperest pêkûtiyên ku mînaka wê li cîhanê tune pêk tîne. Wekî polîsên Hîtleran ên SS nîva şevê êrîş li konên zarok û jinên pîr lê heyî bi bombeyên gazê êrîş kirin û provayên komkujî kirin. Hikûmeta AKP’ê û Erdogan li gel van hemû zilm û jenosîda li hemberî gel pêktîne dersa demokrasiyê dide cîhanê. Em li vir jî hemû cîhanê re îlan dikin ku rejîma desthilatdar li hemberî gelê me polîtîkayên qirkirinê dane dest pêkirin. Ji bo vê yekê artêş-polîs-çapemenî-dad-partî hemû bûne yek.” Kaya, anî ziman ku ew wekî hemû girtiyên PKK û PAJK’î dê li hemberî êrîşên faşîst û desthilatdar bedenên xwe bikin mertal û dê di nav meşa gelê xwe de cih bigirin û wiha bang kirin: “Rejîma faşîst û metînger dixwaz dijminahî û şerekî dawiya wê neyê di nav gelan de pêk bînin. Li hemberî vê yekê derketin pîvana bingehîn a mirovahiyê ye. Bila baş bê zanîn ku bêdengiya li hemberî zilm û îşkenceyê tevkariya wî sûcî ye. Em wekî girtiyên PKK û PAJK’ê bang li hemû kesên welatperêz dikin ku li hemberî vê zilm û îşkenceyê dengê xwe bilind bikin.”
JI BO TEVLIBÛNÊ BANG
Kaya, da zanîn ku ew çalakiyên 15’ê Sibatê, Newroz, 28’ê Adarê, meşa Newala Qesaba û Amarayê silav dikin û wiha pê de çû: “Em sond dixwin û soz didin; wekî girtiyên zindanan, em wekî heta îro ji niha û şunda jî bo gelê xwe têkoşînê bidin û di nava têkoşîna gelê xwe ya berxwedêr de cih bigirin. Em ê bibin perçeyekî vê berxwendanê. Em bang li malbat û gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşên faşîst û wehşî berxwendan mafê me yê herî demokratîk û rewa ye.”
DI 7’Ê NÎSANÊ DE
Kaya, da zanîn ku ew ê di 7’ê nîsanê de bi armanca hişyariyê 2 rojan dest bi greva birçibûnê bikin û wiha daxwazên xwe rêz kirin: “Hemû zext û zordariyên asîmîlasyonîst û qedexe li ser zimanê kurdî bên rakirin. perwerdehiya zimanê zikmakî û mafê weşan û rêxisitnbûnê bê nasîn. Hemû operasyon bên rawestandin. Hemû girtiyên siyasî bên berdan. Benda hilbijartinê ya ji bo gelê me derveyî siyastê bê hiştin bê rakirin. Em rejîma metînger û nîjadî hişyar dikin. Heke ve êrîş neyên rawestandin em ê bertekên tund nîşan bidin. Heke tiştekî nebaş pêk bê berpirsiyar dê rejîm be.” AMED -DÎHA
|
Bunu beğen:
Beğen Yükleniyor...
İlgili
Nisan 6, 2011
Kategoriler: HABER, KÖŞE YAZILARI . Etiketler:5, amed times, amed timesji, azadiyê, îşkenceyê, Bi, bo, dîlên, derxist, doneriyê, feraset, hat, hezar, hişyarî, ji, Ji 5 hezdîlar ên azadiyê hişyarî Ji, murat birben, Newrozê, pîşeya, pûç, rastî, Wanê, Welatiyê, yan . Yazar: amedtimes
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Comments RSS
TrackBack Identifier URI
Bir Cevap Yazın