Bi pîşeya doneriyê feraset pûç derxist |
Di civaka Tirkiyeyê de gelek kar wekî ‘Karê zilam’ û ‘Karê jinan’ tê cudakirin û bi vê yekê di navbera zilam û jinan de cudakarî tê kirin. Zînnet Akçîçek (25) ku dayîka 3 zarokan e, bi pîşeyê donergeriyê vê feraseta zilam vala û pûç dike |
06/04/2011 |
![]() Ji nifusa cîhanê nêvî jinin. Lê di nava xebatên aboriyê de ev yek nayê temsîlkirin. Jin di nava jiyana civakî de ji bo ku li ser piyan bisekinin li qadên karê yên wekî ‘pîşeya zilaman’ tên bi navkirin dixebitin. Jina bi navê Zînnet Akçîçek a 25 salî ku dayîka 3 zarokan e, pîşeya donergeriyê dike. Bi vê pîşeyê têkoşîna jiyanê dide. Akçîçek, diyar kir ku li gel zext û zordariyên hevserê xwe û derdorê dest bi vî karî kir. Akçîçek, têkildarî pîşeyê xwe diyar kir ku jin li dervê civakê tên dîtin û ew bi hunera xwe dixwazin biçespînin ku jin jî dikarin di navenda civakê de cih bigirin.
Akçîçek, anî ziman ku di 15 saliya xwe de ji ber malbata wê destûr neda wê, ji malê veqetiya û zewiciye û wiha got: “Ev 10 sal in ez zewicî me. Karekî hevserê min yê rêk û pêk tûne bû. Di bûyerêkê de bi darbeya kêrê birîndar bû û emeliyat bû. Ji ber êşa tiştên jiyîn hêrsa xwe ji li malê ji me der dixist. Her tim li hemberî min û zarokan bê eleqebû” Akçîçek, da zanîn ku ji ber hevserê wê betal bû, pirsgirêkên aborî dijî û nekarin kiraya mala xwe bidin. Akçîçek, bilêv kir ku ji ber pirsgirêkên aborî yên dijîn dest bi kar kir. Akçîçek, destnîşan kir ku yekemîn li xwaringehan firax şuştin û wisa dest bi kar kir. Akçîçek, derbirî kir ku piştî demekê ji xwe re cihe girt û dest bi birîna donerê kir. Akçîçek, diyar kir ku ew dizane ku derketi derveyî hînbûnên civakê û dema ku nû kargeriya xwe vekir gelek bi tirsbû. Akçîçek, anî ziman ku ji ber li hemberî kargeriya wê kirathane û cafeyên înternetê yên herî zêde zilam lêdimînin hebûn hinek bi guman bûn. Akçîçek, da zanîn ku dema nû kargeriya xwe vekir pirsa “ez dê li vir çawa bixebitim?” ketibû serê wê û wiha axivî: “Berê min ji xwe re alîkarek anî. Min 15 rojan da xebitandin. Min berê xwe dayê çênabe û rewş xirabe. Piştî min pereyê wî kesê didayê bêtir ez diketim zoriyê. Pişt re min xwe bi wêrek kir û min got xebat fedî nin e. Min bi xwe karê donerê kir. Li gel hemû zordariyan min dest jê berneda û ez hînbûm. Ya herî ez bi biryar û hêz dikirim zarokên min bûn” CIVAK DIGUHERE |
23 |
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Bir Cevap Yazın