Dilê kurdan li Amara ye
Bi deh hezaran kesên ku ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘An azadî bi te re, an azadî bi te re’ ji 25 bajaran û navçeyên wan bi rê ketin li Amarayê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
04/04/2011
Ji bo ‘Meşa Amarayê’ ya bi mebesta pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi deh hezaran kes gihiştin navçeya Xelfetî ya Rihayê. Ji bo meşa ku ji aliyê TUHAD-FED’ê ve hatiye organîzekirin û bi dirûşma “An azadî bi te re an azadî bi te re” tê lidarxistin, ji 25 bajaran meş dest pê kir. Ji navenda Rihayê 50 dolmîşan, ji ber avahiya BDP’ê ya Bajêr û ji ber nûneriyên BDP’ê, ji bo birina rêwiyan a ber bi Xelfetiyê ve, hatin temînkirin. Ji bajarên wekî Sêrt, Dêrsim, Çewlik, Êlih, Mêrdîn û navçeyên wan jî bi deh hezaran kes bi konvoyên qelebalix, bi kincên herêmî, pankart, slogan û alên xwe bi rê ketin.
DEH HEZARAN KES
Ji Amedê ji deh hezarî zêdetir kes, bi konvoyeke ku ji sedan wesayîtan pêk dihat, bi rê ket. Ji bo meşê, ji serê sibê de ji navçeyên navendên wekî Yenîşehîr, Sûr, Baglar û Peyasê, her wiha ji 11 navçeyên derdorê, girse daket rêyan. Girseya ku li ser riya Rihayê li Ava Petrolê kom bû, dîlana yekem li vê derê girt. Pîr û kal, jin û zarok, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kesan, cilên kesk û sor û zer, herêmî li xwe kirin. Zarokên ku kincên herêmî yên kesk ên li serê bi rengên kesk û sor û zer “Bijî Apo” nivîsandiye li xwe kirin, balkêş bûn. Jinan bi laçikên xwe yên li serê “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” nivîsandî, ciwan jî bi cilên xwe yên netewî, balê kişandin. Welatiyan li ber stranên ji bo PKK’ê û Ocalan hatine çêkirin, govend girtin. Piştî ku wesayîtên navçeyên din jî hatin, girse ber bi Xelfetiyê ve bi rê ket. Di konvoya ku piraniya wê ji ciwanan pêk dihat de, otobus, mînîbus û wesayîtên taybet cih girtin.
GIRSE GIHÎŞTIN QADÊ
Bi deh hezaran kesên ji Amedê bi konvoya mezin bi rê ketin, li ser rêya Amed-Sêwregê, ji aliyê gelek polîs û leşkeran ve hatin sekinandin. Piştî lêgerîna kûr û hûr a li ser mirovan û di wesayîtan de, girse dîsa bi rê ket. Wesayît bi rengên kesk û sor û zer hatin xemilandin. Li şibakeyên wesayîtan, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin daleqandin. Bi hezaran kes, li Qada Newrozê ya Xelfetiyê gihîştin hev. Li qadê pankartên “4’ê Nîsanê, lêgerîna demokrasî, azadî, edalet, aştî, maf û heqîqetê ye “, “Rojbûna roja me pîroz be”, “Rojbûna te rojbûna Rojhilata Navîn e”, “Rojbûna te rojbûna gelê Kurd e”, “Em mîmarê xweseriya demokratîk slav dikin”, “Em ji Botan a ku dilê serhildanê ye, ber bi çavkaniya jiyana xwe ve dimeşin “, “Em bi roja xwe çêbûn, em ê bi azadiya roja xwe azad bibin “ û “Hûn bi xêr hatin cihê ku roj lê derketiye” hatin dalqandin. Li aliyê çepê yê dikê, pankarta li ser 4 daxwazên lezgîn û 10 daxwazên bingehîn ên kurdan hene, hatin daleqandin. Li aliyê rastê yê dikê postera mezin a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li pişt dikê jî pankarta “Rojbûna te rojbûna mirovahiyê ye” hatin daleqandin. Ji serê sibê de, bi hezaran kes bi alên PKK’ê daketin qadê. Hêj bername destpê nekiribû, li ber def û zirneyan govend hatin girtin. Girse diruşmên “Em ji zextan bêzar nabin”, “Ocalan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
ŞEHÎD JI BÎR NEKIRIN
Gelek kesan, maskeyên wêneyên Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên di Meşa Amarayê de bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe jidest dabûn, dan ber rûyê xwe. Li qadê bi sedan kesan posterên Ocalan vekirin. Bi hatina colemêrgî û geveriyan re, li qadê dengê çepikan bilind bû.
TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ
Îsal berovajî her salê, li ser riyan zêde barîkat nehatin danîn. Li qada pîrozbahiyê tedbîrên polîsan hebûn. Lê di baxçeyê dibistaneke seretayî ya li jora qadê de û li pişt dibistanê, gelek panzer, TOMA, Akrep hatin bicihkirin. Polîs li ser bana dibistanê jî bicih bûn û dîmenên welatiyan bi kamerayê kişandin. Di vê navberê de hate hînbûn ku ber bi Xelfetiyê ve, bi otobusên bê plaqe ku hejmara wan ji 100’î zêdetir bû, leşker hatin dîtin.
RENGÊN BIHARÊ
Li her cihekî ku ji bo molayê sekinîn, welatî ji wesayîtan daketin, li ser girên bilind posterên Ocalan vekirin, yên li cem wesayîtan man jî, li ber stranên kurdî govend gerandin. Li Xelfetiyê bi hezaran kes bi meşê û bi sloganên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” daketin qadê. Girse ji aliyê yên li qadê bûn ve, bi çepik, slogan û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Xalfetiya ku bihara wê geş bûye, bi posterên Ocalan, alên PKK’ê û konên rengîn hate xemilandin. Girsê di konê bi navê “Ocalan” de, wêneyên Ocalan û nivîsên der barê Ocalan de, daliqandin. Her wiha li “Konê Ocalan”, sînevîzyona ku jiyana Ocalan vedibêje, hate nîşandan.
SALÊN BORÎ QEDEXE BÛ
Salên borî, Walîtiya Rihayê bi hinceta ku ‘Herêma Operasyonê ye’, destûr nedabû çûyîna Amarayê. Lê par, bi hejmareke sînorkirî, destûra girseyê ya çûyîna Amarayê, yekem car hatibû dayîn. DÎHA
Şehîdên Amara tên bibîranîn
Bi deh hezaran kesên ku dê li Xelfetiyê bigihîjin hev, îro bi destpêka rojê re, ber bi Gundê Amarayê, cihê rojbûna Ocalan ve bi rê dikevin. Di meşa ku her sal hejmara beşdarên wê zêdetir dibin de, Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ku di meşa di sala 2009’an de jiyana xwe jidest dabûn û wek ‘Şehîdên Amarayê’ tên qebûlkirin, dê li cihê ku lê hatine qetilkirin, werin bibîranîn. Bi meşa ku dê 100 hezar kes tevli bibin, dê îsal 62’emîn salvegera rojbûna Ocalan bê pîrozkirin.
Yorum bırakın
Henüz yorum yapılmamış.
Bir Cevap Yazın